Hevşaredar Bucak: Divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bê berfirehkirin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak a ku beşdarî civîna jinan a li navçeya Defne ya Hatayê bû, bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî tundiyê bê geşkirin.

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, ji bo jinên erdhejzedeyên ku li konteyniran û konên li navçeya Defne ya Hatayê dijîn, çalakiya "Civîna Jinan" li dar xist.  Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û jin beşdarî civîna li navenda koordînasyona Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bûn.

Di civînê de Hevşaredar Bucak axivî û silav li jinan kir û bi bîr xist ku di ser erdhejên 6'ê Sibata 2023'an re 2 sal derbas bûn. Bucak diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî ew ê jiyaneke nû ava bikin û got, “Dema koçberî, şer û wêranî diqewime, gelek jin rastî vê yekê tên, herî zêde pêdiviyên jinan tên paşguhkirin, herî zêde jî daxwazên jinan tên paşguhkirin. Ji ber ku mixabin di avakirina dewletan û avakirina dewletnetewe de zîhniyeta serdest a mêr heye. Her wiha jin ji qadên rêveberiyên herêmî yên ku herî zêde têkiliya wan lê hebûya û herî zêde arasteyî wê dikirin hatin derxistin. Em jin in ku di qada rêveberiyên herêmî de ji bo hebûna xwe têdikoşin. Piştî erdhej û felaketên bi vî rengî em rastî van pirsgirêkan hatin ku hîn zêdetir bûne. Mixabin em li erdnîgariyekê ne ku pirsgirêkên me her ku diçe cihêrengtir dibin.”

'Koçberî Amedê bûn'

Hevşaredar Bucak diyar kir ku piştî erdhejê ji Hatay, Adiyaman û Meletiyê koça Amedê dest pê kir û car caran bi jin û malbatên hê li bajarên konteyniran dijîn tên cem hev.

'Em li bajarên bê ewle dijîn'

Bucak bal kişand ser rola rêveberiyên herêmî di ewlekirina bajaran de û wiha got: “Em li erdnîgariyek ne ewle dijîn. Rol, mîsyon û peywira rêveberiyên herêmî li vir derdikeve holê. Ji bo ku bajarên xwe ewle bikin em dikarin çi bikin? Dema ku em dibêjin ewlekarî, mebesta me stargeh e. Pêwîste mirov wê demê di perwerde, tenduristî, hilberîn û geşepêdana bajêr de cih bigire û di heman demê de jîngeheke ewledar bijî. Em her ku diçe nîqaş dikin ku kolan ji bo jinan ne ewle ne."

Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya îstîhdamkirina jinan, têkoşîna li dijî tundiyê, xebatên perwerde û hişyarkirinê û diyar kir ku mixabin ji Stenbolê heta Amedê, ji gundê Çilo yê Baxlarê heta Wanê li bajarên gelekî bê ewle dijîn.

'Gelek wêneyên cuda yên şîdetê hene'

Bucak da zanîn ku îro bi rastî jî xwestiye behsa tiştên erênî bike û wiha got: “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê heye. Em di mehekê de ne ku tundiya li ser jinê şermezar dikin, her cure têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê diparêzin, behsa mekanîzmayên cuda yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dikin û em ê çalakiyên cuda li dar bixin. Em ê li ser mijara tundiyê biaxivin. Divê em li dijî tundiyê têbikoşin, divê em li ser her platformê şîdetê nîqaş bikin. Her wiha divê em behsa pergala dewletparêz a serdest a mêr ku şîdetê dike û her wiha şîdeta di nava malbatan de jî nîşaneya vê yekê ye. Em jinên Tirkiyeyî, jinên Tirk, Kurd, Laz û Çerkez dikarin werin cem hev. Em dikarin behsa pirsgirêkên jinan bikin. Em dikarin behsa têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinê bikin, lê bi rastî divê em vê têkoşînê berfirehtir bikin, divê em bi awayekî rêxistinkirîtir werin cem hev. Ji ber ku tundî ranaweste, qat bi qat berdewam dike. Gelek wêneyên cuda yên vê tundiyê hene. Em li cihê kar, li saziyên cemaweriyê, li qadên ku em hatine hilbijartin jî rastî mobîngê tên, ez vê yekê bi zelalî dibêjim."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31