Şaredariyê rêyên girtî ji berfê maliştin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di encama xebatên ku hatin kirin de 625 kîlometre rêyên 98 gund û 14 rêyên komî yên ku ji ber barîna berfê li 4 gund û herêma Qerejdaxê hatibûn girtin, ji trafîkê re vekir.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê bi xebata bayêlezê ku li herêmên Pasûr, Pîran, Hênê, Çûngûş û Qerejdaxê yên ku berfa zêde lê barî, di demeke kurt de rêyên girtî ji çûnûhatinê re vekirin.

Li herêmên ku bi tevahî rêyên 98 taxan û 14 rêyên komê ji çûnûhatinê re hatin girtin, ekîban li ser rêyên bi qasî 625 kîlometreyî xebateke xurt kirin. Di çarçoveya xebatên ku bi keda 18 wesayît û 67 xebatkaran hatin kirin, di demeke kin de hemû rê ji çûnûhatinê re hatin vekirin û giliyên welatiyan ji holê hatin rakirin.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Kordînasyona Binesaziyê li dijî şert û mercên zivistanê li seranserê bajêr xebatên xwe didomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28