Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku ew ê di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" bi serdana esnafan, dest bidin hev û bi hişyarkirina civakê, şîdetê rawestînin.
Kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan ve di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hatibû destpêkirin û wê salekê bidome, dewam dike.
Hevşaredar Serra Bucak, Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sûmer tevî endamên meclîsê û xebatkarên yekîneyên jin ên şaredariyan, di çarçoveya kampanyayê de esnafên navçeya Kayapinarê ziyaret kirin. Bucakê ku li Taxa Dîclekentê derkete pêşberî esnaf û welatiyan qala kampanyayê kir û ji bo xebatên xwe piştgirî xwest.
Hevşaredar Bucak: Em dixwazin tundiyê bi dawî bikin
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku wan di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re li dijî tundiyê rawestînin" ya ku salekê dewam dike dane destpêkirin û ew dixwazin tundiya di nava civakê de bi dawî bibe.
Bucak da zanîn ku ew dixwazin qetlîamên jin û zarokan bi dawî bibin û got, “Em dixwazin rêveberiyên me yên herêmî û civaka me bi hev re vê hişmendiyê pêş bixin. Em dixwazin vê têkoşînê bi hev re bidomînin. Gelek qenc e ku bi taybetî hevalên ciwan û xwendekar di vî warî de berpirsyarî û binbariyê hildin ser milên xwe û bi hev re vê hişmendiyê geş bikin."
'Em ê bi hişyarkirina civakê şidetê rawestînin'
Hevşaredar Bucak got ku pêwîste li dijî tundiyê têkoşîn bê kirin û wiha got: “Îdîayeke me ya mezin heye, em ê bi hev re tundiya li vî bajarî rawestînin. Em ê bi destê hevgirtinê û hişyarkirina civakê dijî wê rawestin. Dema ku di civakê de wekheviya jin û mêran wek ferdên wekhev diparêze, wekheviya zayendî, di perwerde, dibistan, malbat, li her derê de saz bibe, helbet tundî mijareke pir girîng e. Xwezî em îro ji bilî şîdetê li ser tiştên din biaxivin, lê mixabin wêneyeke me ya pir geşbîn tune. Em li herêmeke ku di 10 mehan de zêdeyî 300 jin hatine kuştin, dijîn. Em behsa jinên ku her tim ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve ji jiyana xwe tên qutkirin û jinên jiyana xwe ji dest didin, dikin. Ew, ji hezkiriyên xwe, ji têkoşîna xwe ya jiyanê, ji xewn û daxwazên xwe veqetiyane. Ji ber vê yekê helbet ev pirsgirêkeke girîng a civaka me ye, pirsgirêka Tirkiyeyê ya girîng e, lê divê her kes, her bajar, her rêveberiyên herêmî, her şaredarî ji bo li dijî şîdetê rabe, li bajarê xwe van polîtîkayan bidin destpêkirin.”
'Em jin in, nîvê civakê em in, yên civakê diafirînin em in'
Bucak diyar kir ku kampanya wê salekê bidome û got ku ew ê salekê qala tundiyê bikin û civînan li dar bixin. Bucak wiha got: “Hevdîtinên bi vî rengî ji nişka ve tê wê wateyê ku hûn ê di jiyana xwe ya civakî de dema li qehwexaneyan rûdinin me bibînin. Em dizanin ku ev yek mimkun e, ku meriv bi hev re biaxive û bi hev re cîhanek bê şîdet ava bike. Ev bajar bajarê demokrasiyê ye, bajarê wekhevîparêz e. Tiştê ku di binyada siyaseta newekheviyê de çêdibe, şîdet e. Em dibêjin em jin in, em nîvê civakê ne, afirînerên civakê em in. Em hîn neqediyane. Me xwest em bibin dengê jinên ku şîdetê naxwazin, jinên ku naxwazin bên qetilkirin, jinên ku naxwazin ji ber kuştina jinan ji jiyana xwe qut bibin. Me xwest em bibêjin ku em neqediyane. Me xwest em bibin dengê Narîn a ku 19 rojan cenazeyê wê nehat dîtin û em bibin dengê Rojîna ku li Wanê hat bêseroşûnkirin û heta niha jî doza wê derneketiye dadgehê. Mixabin, em dikarin vê lîsteyê dirêj bikin. Ev lîsteyek ne xweş e, navên ku min rêz kirine zarokên ji jiyanê hatine bidûrxistin, zarokên îstismarkirî ne."
'Em ji bo avakirina nîzameke ku jin neyê qetilkirin dijîn'
Bucak aşkere kir ku jin û mêr wek hev hatine dinyayê û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê çi astengî hene ku jin û mêr li vê dinyayê wekhev û azad bi hev re bijîn? Çima polîtîkayên tundiyê li welatê me bi taybetî van salên dawî ewqas zêde bûne? Dema jin ji jiyanê tên bidûrxistin sedema mirinê jî nayê zanîn, mixabin jê re mirina bi guman tê gotin. Çima em li vî bajarî bi rûmet dijîn? Em li vî bajarî ji bo avakirina nîzameke demokratîk û wekhev dijîn ku jin û mêr di nava şert û mercên wekhev de bijîn û jin neyên qetilkirin."
'Em naxwazin di vê kampanyayê de bi tenê bin'
Bucak destnîşan kir ku dê têkoşîn tenê bi kampanyayê re sînordar nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim mêr jî bi vî rengî têbikoşin û herî zêde jî divê zilam di nava jiyana xwe de bihesibîne. Divê ew vê yekê di wijdan û mejiyê xwe de bihizirin. Dema ku mêr bikarin dîtin, raman û helwestên xwe yên hesas ên li ser vê mijarê li cihên din ên jiyanê nîşan bidin, guhertin dest pê dike. Em dibêjin civakeke aştiyane bi vî rengî tê avakirin. Em naxwazin di vê kampanyayê de bi tenê bin. Di çarçoveya vê kampanyayê de hemû welatiyên Amedê; Ji ber ku jinan dest bi kampanyayeke bi vî rengî kirine, em dixwazin bibêjin ku ji bo guhertin û veguhertina civakê çi ji destê me tê em amade ne. Em dixwazin ev kampanya were bihîstin, em dixwazin ku hûn qala vê kampanyayê bikin. Em dixwazin ku hûn îro gava hûn biçin malê vê kampanyayê parve bikin. Ji ber ku em ancax bi ragihandina li ser bingehek rast bi hev re, bi zanebûna ku em civakek in û ji hev bandor dibin em dikarin vê têkoşînê berfireh bikin. Em bi hev re dikarin cîhanek bê şîdet, bajarek bê şîdet, cîhanek ku tundî li ser jinan nebe û jin ji aliyê mêrên li kêleka wan ve neyên kuştin ava bikin."