Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, biryar da ku destekê bide wekheviya zayendî û li taxan semînerên perwerdeyê li ser mafên jinan ên qanûnî li dar bixe.
Yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha Kanûnê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin bi serokatiya Cîgira Serokê Meclîsê Evîn Yelboga pêk hat. Endamên meclîsê beşdarî civîna li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin bûn.
Di civîna ku mijarên rojevê hatin nîqaşkirin de, rapora Komîsyona Jinê ya li ser xebatên perwerdehiyê yên li taxan têkildarî mafên jinan ên qanûnî hatin nîqaşkirin. Meclîsê bi piraniya dengan daxwaza lidarxistina semînerên perwerdehiyê li taxan ji bo piştgirîkirina wekheviya zayendî, hînkirina mafên jinan ên qanûnî yên li dijî şîdeta li ser wan tê kirin û hevgirtina jinan qebûl kir.
Piştî biryarê dê di çarçoveya bernameyê de semînerên perwerdeyê dest pê bikin.
Â