Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Civîna Komîteya Siyasî ya CEMRê ya ku li bajarê Karlsruhe yê Almanyayê hat lidarxistin bû.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ji bo Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) ku wekîla wê bû, çû bajarê Karlsruhe yê Almanyayê.
Li gel Hevşaredar Bucak, şandeya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ku endamê CEMRê ye, ji Şaredara Bajarê Mezin a Eskîşehîrê Ayşe Ûnlûce, Şaredarê Adiyemanê Abdurrahman Tutdere, Şaredara Ûskudarê Sînem Dedeoglû û Sekreterê Giştî yê TBB'ê Suat Yıldız pêk tê.
Civînê bi gerandina qadan dest pê kir
Civîna du rojan bi geşteke meydanî ji bo lêkolîna sîstema veguhestina bajarê Karlsruhe dest pê kir. Li gel rûniştinên ku dê pirsgirêkên îdarî yên CEMRê bên nîqaşkirin, dê gelek mijarên wekî çûnûhatina bajaran, di dema krîzê de di navbera gel û civakên wan de piran çêbikin û di dema şer de bajar û şaredariyan bi hev ve girêbidin, dê bên nîqaşkirin.
Â