Hevşaredar Hatun li stadyumê maç temaşe kir û Amedspor pîroz kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hutun, maça ku Amedsporê 2-1 Şanliurfaspor têk bir, li stadyumê temaşe kir.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, li Stada Diyarbekirê bi Şanliurfasporê re hat hemberî hev. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar, Hevşaredarê Baxlarê Siraç Çelîk, Serokê Kulûba Amedsporê Burç Baysal, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç û Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan bi hev re li maçê temaşe kir.

Amedspora ku reqîbê xwe Şanliurfasporê 2-1 têk bir, pûanên xwe derxist 21an.

Piştî maçê Hevşaredar Hatun serketina Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31