Çalakiya Serê Salê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû lidarxistin û bû şahidê dîmenên rengîn, bi beşdariya zêde ya hemwelatiyan bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 13'ê Çileyê de çalakiya serê salê li dar xist, ku li herêmê bi sedsalan e bi rîtuelên rengîn tê pîrozkirin. Destpêka çalakiyê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve hatibû organîzekirin, bi meşê hat dayîn. Di meşê de ku ji taxa Çarriyan a navçeya Baxlarê dest pê kir, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Baxlarê Leyla Ayaz, serokên daîreyên Şaredariya Bajarê Mezin û bi sedan hemwelatî beşdar bûn.
Di dema meşê de Hevserokan bi gel re silav dan hev û xwestekên sala nû kirin, ji beşdaran re xwarin û vexwarin hate belavkirin. Hevserokên ku bi hemwelatiyan re heta Parka Koşuyoluyê meşiyan, beşdarî bernameya serê salê ya li wir hatin lidarxistin bûn.
Çalakiyên taybet ji bo zarokan
Di çalakiya li Parka Koşuyoluyê de ji aliyê karmendên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve çalakiyên rengandina rûyê zarokan hatin lidarxistin. Di çalakiya ku bi rîtm û muzîkê re pêk hat, zarokan demên xweş derbas kirin.
Peyama sala nû ji Hevşaredar Bucakê
Hevşaredar Serra Bucak, di axaftina xwe ya di çalakiyê de, bi navê Şaredariyên Bajarê Mezin a Amed û Baxlarê hemû hemwelatî silav kirin û wiha got: "Hemwelatiyên hêja, sala we ya nû pîroz be. 13'ê Çileyê, ji bo gelê Rojhilata Navîn û Kurd rojeke taybet e ku tê de serê salê tê pîrozkirin. Em jî bi berdewamkirina vê kevneşopiya xweş gelek kêfxweş in. Em bi hev re bi stran û govendên xwe serê salê pîroz bikin. Spas dikin ku hûn li vir in."
Bucak, axaftina xwe bi hêviya ku sala nû aştî û azadiyê bîne bi dawî kir.
Pîrozkirina bi coş bi dengbêjî û govend
Piştî axaftinan ji beşdaran re xwarin û vexwarinên germ hatin pêşkêşkirin. Hevserokan ji hemwelatiyên ku beşdarî şahiyê bûbûn re xwarin û vexwarin pêşkêş kirin. Bername, piştî guhdarîkirina dengbêjan û govenda bi def û zirnê bi dawî bû.
Zarok mal bi mal geriyanÂ
Ji aliyê din, Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê, li taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê çalakiyek li dar xist. Zarokên ku ji odeya lîstikê ya Navenda Jiyana Jinê ya li taxa Huzurevlerî sûd werdigirin, bi cilên xwe yên herêmî Serê Salê pîroz kir. Di çalakiyê de zarok bi def û erbaneyê mal bi mal geriyan. Di çalakiyê de niştecihên taxê ji zarokan re xwarin û vexwarin pêşkêş kirin.