Welatiyan xwaringeha gel nirxand: Şaredartiya gel ev e

Welatiyên ku ji Xwaringeha Gel a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo xwarinên paqij, xweş û erzan pêşkêşî welatiyan bike, şaxa xwe ya sêyemîn li navçeya Sûrê vekir, sûd wergirtin, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku lêçûna xwarinê ji bo her budçeyê erzan e û gotin, "Wateya şaredartiya gel ev e."

Şaredariya Bajarê Mezin berfirehkirina projeya xwaringeha gel ya ku bi mebesta kêmkirina ferqa dabeşkirina dahatê bi feraseta şaredariya civakî û peydakirina xwarinên bi erzanî, paqij û pêbawer ji welatiyan re pêk anî, didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê, şaxa sêyemîn a Xwaringeha Gel ji xelkê re vekir. Xwaringeha Gel ji xeynî yekşeman her rojên hefteyê di navbera saet 11.30-18.00an de vekirî ye û bi 70 lîreyî xwarina 4 celebî dide. Xwaringeh bi taybetî ji bo hemwelatiyên kêm-dahat û xwendekaran çareseriyeke aborî pêşkêşî dike. Restorana gel a ku rojane bi kapasîteya 1000 kesî xizmetê dike, balê dikişîne. Welatiyên ku li Xwaringeha Gel xwarin xwar, diyar kirin ku xwarin hem xweş û hem jî erzan e.

‘Bila li her navçeyê bê avakirin’

Ji welatiyan Erkan Elaltintaş, kêfxweşiya xwe ya ji bo xwaringeha gel nîşan da û diyar kir ku divê li her derê xwaringehên gel bên avakirin. Elaltintaş, diyar kir ku lêçûna xwarina li derve gelekî zêde bûye û wiha got: “Em kêfxweş in ku bihayên xwaringehên Gel wiha ne. Îro simîtek bi dew 35 lîre ye. Lê li vir xwarina 4 cureyî bi 70 lîreyî ye, ev jî tiştekî bixêr e. Bila li her navçeyê bê avakirin. Li bajarê me gelek hewcedarî pê heye.” 

'Xwaringeha Gel ji gelê me re xizmetek mezin e'

Servet Ozkaynak, diyar kir ku xwaringeha gel xizmeteke mezin e û wiha got: “Ji bo welatiyên li bajarê me dijîn xizmeteke mezin e. Xwarinên 70 lîreyî paqij in, bijûn in û tama wê xweş in, ji ber vê yekê em pir kêfxweş in. Ez dixwazim li her derê belav bibe da ku gelê me jê sûd werbigire. Bihayê wê pir erzan e. Simîdek û du çay 80 lîreyî ne, lê ev der 70 lîre ye û xwaringeheke paqij, erzan û modern e. Karmend jî paqij û têgihîştî ne, em ji hemûyan razî ne. Hevşaredar ji bo me ezîz in, divê her tim bi gel re têbikoşin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Em spasiya her kesê ku keda wan heye.”

‘Wateya şaredartiya gel ev e’

Selamî Meral, anî ziman ku krîzeke mezin a aboriyê heye û wiha got: “Êdî mirov nikarin sê zeytûnan bixwin. Şaredariya me bi avakirina vê xwaringeha gel karekî mezin kiriye, ji ber vê yekê şaredarîbûna gelî jî ev e. Kêmasiyan tesbît dike û li gorî wê pirsgirêkên gel çareser dike. Pirsgirêkên me pirsîn û soza xwe bi cih anîn. Em spasiya wan dikin. Em dikarin bi rehetî biçin cem rayedarên şaredariyê û daxwazên xwe bînin ziman. Diyarbekir xwedî nifûseke zêde ye û pêwîstî bi xwaringehên wiha heye.”

'Bihayê wê pir erzan e'

Îhsan Pala spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir û got: “Ez kesekî teqawît im, min 4 xwendekar mezin kirin, niha em nikarin li sûkê xwarinê bixwin. Lê bihayê vê derê pir erzan e, ji vê erzantir nabe. Bi hêviya ku xizmetên wan bi vî awayî berdewam bikin. Ji we re serkeftinê dixwazim.”

Emîne Turnaci xizmeta xwaringeha gel nirxand û wiha got: “Em ji xizmetê pir kêfxweş in, pir xweş e, pir erzan e û ji bo her budçeyê guncav e.”

 

‘Pêdiviya civakê bi vê heye’

Huseyîn Karataş, Recep Çaglak û Eşref Gungormez jî diyar kirin ku girîngiya xizmetê ya ji bo welatiyan heye û gotin ku pêdiviya civakê bi Xwarinên Gel heye û got, "Xwarina ku li cihên din 300 lîre ye, li vir 70 lîre ye. Em kêfxweş in ku ev pêdiviya gel radigire û em hêvî dikin ku ew berdewam bike."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31