Di bernameya KÎHEP'ê de mafên aborî yên jinan hatin nîqaşkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di hefteya 7'emîn a Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) de "Mafên Aborî yên Jinan" hat nîqaşkirin.

Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) ya ku ji aliyê Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ve di çarçoveya kampanyaya "Gotina Me Neqediya, Em ê Bi Hev Re Tundiyê Rawestînin" de hatiye destpêkirin, berdewam dike. Di hefteya 7'emîn a bernameyê de ya ku hefteyê rojekê 4 saetan bi karmendên Rêveberiyê re tê meşandin, mijar "Mafên Aborî yên Jinan" bû.

Perwerdekara KÎHEP'ê Rojda Kizgin a ku bernameyê bi hevkariya Komeleya Mafên Mirovan ên Jinan (KÎHEP) dimeşîne, diyar kir ku armanca xebata komê ya vê hefteyê naskirina mafên aborî yên jinan û cudakariyên ku di vî warî de pêrgî wan tên û afirandina hişmendiyê derbarê beşdariya keda jinê ya li aboriya welat e.

Mafên aborî çi ne?

Kizgin anî ziman ku mafên aborî mercên jiyaneke mirovî ne ku jin dikarin pê pêdiviyên xwe yên bingehîn ên wek xwarin, starî, tenduristî û perwerdehiyê pêk bînin û got: "Mafên me yên aborî girîng in ji bo ku em bê muhtacî û girêdayîbûna tu kesî, li ser lingên xwe bisekinin, biryarên xwe bidin û jiyaneke bi rûmet bidomînin."

Agahî li ser maddeyên qanûnî hatin dayîn

Kizgin destnîşan kir ku di xebata komê de beşdar bi tecrubeyên xwe yên cuda binpêkirinên mafên aborî jî nîqaş kirin û got ku barkirina hemû keda lênihêrîna malê li ser jinan, gihîştina jinan a mafên aborî zehmet dike. Kizgin got ku di xebatê de agahî li ser maddeyên qanûnî yên têkildarî mafên aborî yên jinan jî hatin parvekirin.

Wek her xebata komê, di xebata vê hefteyê de jî "Rêzeya Mor" hat nîşandan ku tê de çîrokên jinên ku bi hişmendiya mafên xwe jiyana xwe guherandine tên vegotin.

 

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28