Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Swîsreyê de, li Parlamentoya Zurîhê axivî û pêşengiyeke dîrokî pêk anî.
Serra Bucak di çarçoveya bernameya nasandinê de ku ji aliyê Şaredariya Zurîhê ve di navbera 4-7ê Sibatê de hate lidarxistin û li ser sîstemên veguhastinê, bajarvaniya jîr û jinavbirina bermayên hişk ên Kantona Zurîhê têkiliyên xwe didomîne.
Hevşaredar Bucak, navenda paqijkirina avê, navenda veqetandina bermayên hişk û sîstemên rêhesinî li cih lêkolîn kir.
Yekem car li Parlamentoya Zurîhê
Hevşaredar Bucak piştre serdana Parlamentoya Zurîhê kir. Bucak, ku bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin, bi axaftina xwe ya ji endamên hilbijartî re bû kesê biyanî yê yekem ku li parlamentoyê axivî. Di axaftina xwe de Bucak behsa xebatên Şaredariya Mezin a Amedê kir û derbarê awayê xebata Meclîsa Şaredariya Mezin de agahî dan. Bucak got ku wan li Zurîhê navenda paqijkirina avê, veguhastinê û navendên bermayên hişk lêkolîn kirine û diyar kir ku ev sîstem li Amedê jî dikarin bên bicîkirin.
Hevşaredar Bucak paşê bi nûnerên partiyên ku Parlamentoya Zurîhê pêk tînin re civiya.
Di dema têkiliyan de endamên Meclîsa Şaredariya Mezin Gulay Kiliç û Velat Esen ligel Hevserok Bucak bûn.
Â