Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de beşdarî merasîma bibîranînê ya li ber kavilên Apartmana Serin 2 bû û got ku avahiyên nû dê li gorî teknîk, erdhej û zanistê bên avakirin.
Hevserokê Şaredariya Mezin Dogan Hatun, di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de ku li Mereşê qewimîn û zêdetirî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, beşdarî bibîranîna ku ji aliyê Platforma Parastina Bajar û Piştgiriya Amedê, Platforma Rêveberiya Afet û Piştgiriyê (DMS) û Platforma Kar û Demokrasiyê ya Amedê ve li ber kavilên Apartmana Serin 2 hat lidarxistin, bû. Di bibîranîna ku di saet 04:17'an de hat lidarxistin de, li qada kavilî mûm hatin vêxistin û qerenfîl hatin danîn.
Hevşaredar Hatun: Ji bilî hişyarkirina civakê çareya me tune
Hevşaredar Dogan Hatun, di axaftina xwe de pêşî qurbaniyên erdhejê bi rêzdarî bi bîr anî. Hatun balê kişand ser wê yekê ku di roja erdhejê de civak bi tenê hat hiştin û got: "Rastiya gelekî ku hatiye terkkirin, rastiya 11 bajaran ku bê xwedî, bê kes û li çareya serê xwe digerin hebû. Bi îhtimaleke mezin ji vir û pê ve jî dê wiha be, tecrûbeya du salên dawî ev nîşan da. Madem em bi tenê ne, madem em ê qedera xwe bijîn, wek ku hevalên me behs kirin, ji teknîkê heta tenduristiyê, ji bilî hişyarkirina civaka xwe ya di warê avakirina bajaran de çareya me tune."
'Avahiyên nû dê li gorî erdhejê bin'
Hatun balê kişand ser wê yekê ku li tevahiya bajêr tu bêçavdêrî li ser avahiyan nayê qebûlkirin û axaftina xwe wiha domand: "Em soz didin ku di vê pênc salên rêveberiya herêmî de avahiyên ku dê bên avakirin dê li gorî teknîka heyî, erdhej û zanistê bin. Lê ev têrê nake, divê civak di vî warî de bê hişyarkirin. Yên ku di kavilên vê avahiyê de jiyana xwe ji dest dan, bê berpirsyariya kesê ku stûn biriye û rayedarên herêmî an navendî yên ku çavdêriya vî kesê stûn biriye nekirine ye."
'Divê em hev hişyar bikin'
Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku li gelek welatên cîhanê erdhej çêdibin lê ewqas windahiyên canî çênabin û got ku di vî warî de hişyarbûn girîng e û dê di vî warî de ya pêwîst bikin. Hatun axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê em hev hişyar bikin, divê em di warê bingehgirtina zanist û teknîkê de xwe birêxistin bikin û bajarên xwe li ser vê bingehê ava bikin. Em wek rêveberên herêmî li ber we soza vê yekê didin. Ez ji cihekî ku baş dizane ku ji îro û pê ve di warê veguherîna bajêr û qadên nû yên avakirinê de ji bilî zanist û teknîkê tu çareya me tune ye, diaxivim. Ez careke din bi rêzdarî qurbaniyên erdhejê bi bîr tînim."
Bibîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.
Â