Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, parlamenterên CHPê pêşwazî kir û der barê pirsgirêkên erdhejê û bajêr de hevdîtin pêk anî.
Şanda ku ji parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgin Tanrikulu yê Amedê, Tahsin Ocakli yê Rîzeyê û Yuksel Taşkin ê Îzmîrê pêk dihat û ji bo bernameya bibîranînê ya salvegera erdhejên 6ê Sibatê hatibûn Amedê, serdana Hevserokê Şaredariya Mezin Dogan Hatun kir. Piştî ku Hevserok Hatun û hevrêyên wî, şande pêşwazî kirin, hevdîtinek pêk hat.
Di hevdîtinê de, der barê pirsgirêkên bajarî yên piştî erdhejê, zehmetiyên ku tên jiyîn, pirsgirêka starê û veguherîna bajarî ya li cih de nêrîn hatin guhertin.
Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk û endamên meclisê li gel Hevserokî bûn.
Â