Ji xebatkarên agirkuj re perwerdehiya 'rizgarkirina di asansorê de' hat dayîn

Li Şaredariya Mezin a Amedê, ji agirkujên ku kar dikin re "Perwerdehiya Rizgarkirina di Asansorê de û Asansora Rewşên Lezgîn" hat dayîn.

Serokatiya Beşa Agirkujiyê, li gel mudaxeleya agiran, bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di cih de bersiva daxwazên alîkariyê yên hemwelatiyan dide. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku agirkujên ku li Şaredariya Mezin a Amedê kar dikin bikaribin di xebatên rizgarkirina hemwelatiyên ku di asansorê de mane de, di dema mudaxeleyê de rast û herî zû tevbigerin, ji aliyê Odeyên Endazyarên Makîneyê ve "Perwerdehiya Rizgarkirina di Asansorê de û Asansora Rewşên Lezgîn" hat dayîn.

Di bernameya ku li Salona Konferansê ya Odeyên Endazyarên Makîneyê de hat lidarxistin de, derbarê cureyên asansoran û rêznameyên têkildar, zanîna bingehîn a asansorê, parçeyên asansorê, cureyên qufla deriyên asansoran, talîmatên rizgarkirina asansorê, perwerdehiya bingehîn a asansorên rewşên lezgîn û perwerdehiya bikaranîna asansorên rewşên lezgîn de agahî hat dayîn.

Di perwerdehiya ku bi teorîk û pratîkî hat dayîn de, her wiha ji agirkujan re li odeya makîneya asansorê û di asansorê de agahiyên pratîkî hatin ravekirin.

'Em tenê mudaxeleyî agiran nakin'

Amirê Perwerdehiya Agirkuj Hasan Ugurlu diyar kir ku bi perwerdehiyê dê xebatkar bêtir profesyonel bibin û got ku agirkuj ne tenê mudaxeleyî agiran dikin, ew mudaxeleyî her bûyera ku tê de zindiyek heye dikin. Ugurlu got: "Kes di asansorê de asê dimînin û ditewişin. Em mudaxeleyî bûyerên bi vî rengî dikin. Dîsa li gel mirovan em heywenan jî rizgar dikin."

35 xebatkaran perwerde wergirt

Ugurlu anî ziman ku li navenda bajêr û navçeyên gundan 35 xebatkaran perwerde wergirtiye û wiha axivî: "Dema ku em kesekî di asansorê de asê mayî rizgar dikin, em dixwazin dema mudaxeleyê kêm bikin. Ji bo me dem pir girîng e; bi taybetî jî eger kesekî birîndar an jî xwînrêj hebe, deqeyeke tenê jî pir girîng e. Em dixwazin wê demê pir kêm bikin û eger awayên hêsantir ên mudaxeleyê hebin, em dixwazin wan hîn bibin."

'Ji bo ewlekariya canî divê ew pir zû bin'

Perwerdekara Odeyên Endazyarên Makîneyê Mehmet Aritekîn jî anî bîra me ku agirkuj karekî jiyanî dikin û wiha got: "Ji bo ku hevalên me yên agirkuj ewlekariya can û malê ya mirovan pêk bînin, divê ew pir zû bin. Bi taybetî di agirên ku di avahiyan de derdikevin de, mudaxeleya herî zû çawa û bi çi awayî tê kirin, me di vê derbarê de perwerdehiyek da. Her wiha em ê hewl bidin ku ji aliyê xebatên rizgarkirinê ve jî nîşan bidin ka dê awayê herî rast ê rizgarkirinê çawa pêk bînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28