Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, beşdarî panela bi navê "Migirdîç Dîkranyan yê Amedî û Tekstên Kurdî yên bi Tîpên Ermenî" bû û diyar kir ku ew ê xwedî li mîrasa pirçandî û pirzimanî derkevin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî panela "Migirdîç Dîkranyan yê Amedî û Tekstên Kurdî yên bi Tîpên Ermenî" bû ku ji aliyê Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ve di çarçoveya çalakiyên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li Dêra Surp Giragosê hat lidarxistin. Li gel Hevserokê Hevserokê Şaredariya Sûrê Adnan Orhan, Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Zeynep Yaş, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û birrek zimannasan beşdarî panelê bûn. Di panela ku Prof. Dr. Bulent Bilmez moderatoriya wê kir de, Abdurrahman Yigitalp, Artun Gebenlioglu, İrfan Çagatay, Serhat Bozkurt û Tahir Baykuşak wek axivger cih girtin.
Hevşaredar Hatun: Em ê pirzimaniyê bidomînin
Berî destpêka panelê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun pêşwaziya guhdaran kir û axaftina vekirinê pêşkêş kir. Hatun destnîşan kir ku Amed bajarekî Kurd e lê di heman demê de bajarekî pirzimanî ye û got: "Em ê pirzimaniyê bidomînin. Çanda me û avahiyên dîrokî yên vî bajarî mînakên herî berbiçav ên vê pirzimaniyê ne. Ev ji me re wek mîrasekê maye."
'Em ê xwedî li mîrasa Dîkranyan derkevin'
Hevşaredar Hatun, "Parastin û veguhastina vê mîrasa bi hezaran salan bo hezar salên pêş erkê me ye" got û destnîşan kir ku Migirdîç Dîkranyan bi vê hişmendiyê berhema xwe bi tîpên Ermenî bi Kurdî nivîsiye û ev çand wek mîrasekê veguhastiye. Hatun tekez kir ku divê em xwedî li vê mîrasa ku Dîkranyan afirandiye derkevin û bigihînin nifşên pêş û got ku ew dixwazin çanda pirzimanîya vî bajarî geş û mezin bikin û belav bikin cîhanê.
'Çima zimanên me ber bi windabûnê ve diçin?'
Hatun diyar kir ku wan wek şaredariyê kursên bi zimanên cuda vekirine û wiha got: "Bi taybetî parastin û pêşxistina Suryanî û Zazakî ku xetera windabûnê li ser wan heye girîng e. Dîrok vê berpirsiyariyê dide me. Ji bo şikandina polîtîkayên asîmîlasyonê yên dirêj, divê em xwedî li vê pirzimaniyê derkevin. Fêrbûna zimanê dayikê ne tenê li malan, divê li dibistanan jî hebe. Çima zimanên me rû bi rûyê windabûnê ne? Divê em li ser vê baş bifikirin. Dayikan bi sedan salan ev ziman anîn vê astê, divê em jî vî barî hilgirin."
Jiyana wêjeyî ya Dîkranyan û nêrîna wî ya li ser pirsa zimanî
Piştî axaftina Hevserok Hatun, di panelê de hat diyarkirin ku Migirdîç Dîkranyan, oldarekî rewşenbîr, lawê Amedê ye û ev tekstên ku di 1866'an de hatine weşandin bi Kurdiya Amedê ya îroyîn hatine nivîsîn. Hat gotin ku ev berhem encama xebateke kolektîf a akademisyenên Zanîngeha Bîlgiyê ye û di rastiyê de alfabeyan, zimanan û nasnameyan kolektîf dihewîne. Di panelê de, ku jiyana Dîkranyan a wêjeyî û nêrîna wî ya li ser pirsa zimanî hat veguhestin, hat ragihandin ku di pêvajoya weşana berhemê de rastî çi zehmetiyan hatin û wan hin xebat li ser çawa tîpên ku di Ermenî de tên bikaranîn di Latînî de tên nîşandan, pêk anîn.
Dê ji bo akademisyenan rêşander be
Tahir Baykuşak, Midûrê Beşa Pêşxistin û Parastina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin, ku di ekîba derxistina berhemê de cih girt û mêvandariya panelê kir, got ku ew bi ekîbeke xebatê ya pir hêja re rû bi rû ne û ev teksta ku derketiye holê dikare ji gelek aliyan ve, çi olî, çi sosyolojîk û çi jî dîrokî were nirxandin. Baykuşak bîr anî ku Migirdîç Dîkranyan, ku di salên 1870'yî de bû serokê patrîkxaneyê, di yek ji axaftinên xwe de gotibû "Ez ê êdî li vir ne dengê Ermeniyên navendî yên Stenbolê, lê dengê Ermeniyên gundiyan bim" û wiha got: "Di rastiyê de dema em behsa sedsala 19'an dikin ku ji gelek aliyan ve demeke nîqaşbar e, ev wiha ye ji aliyê berhemên bi alfabeyên cuda ve jî. Sedsala 19'an demek e ku pir bi cidî li ser tekstên Kurdî û Tirkî yên bi tîpên Ermenî hatiye sekinandin. Ev berhema ku hatiye holê, dê ji aliyê zanistiya zimanî ve rê li ber akademisyenên ku dixwazin li ser wê tez û doktorayê bikin veke."
Â