Li Amedê Navenda Zanistî ya El Cezerî tê avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navbera Bulvara Diclekentê û Bulvara Mezopotamyayê, li ser qada 80 donimî, bi navê El Cezerî yê ku wek endazyarê pêşîn ê cîhanê tê qebûlkirin û zanyar, îcadker û endazyarê Cizîrî ye, Navenda Zanistî ya El Cezerî ava dike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku bajar bibe navendeke girîng a zanist û teknolojiyê û ji bo piştgiriya xebatên zanist û teknolojiyê yên ciwanan, Navenda Zanistî ya El Cezerî ava dike. Piştî destpêkirina pêvajoya îhaleyê ya navendê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenî ve hatiye projelendin, dê li ser qada parkê ya 80 donimî ya ku di navbera Bulvara Diclekentê û Bulvara Mezopotamyayê de ye, dest bi avakirinê bê kirin. Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknolojîk a Tirkiyeyê (TÛBÎTAK) jî dê piştgiriyê bide projeyê.

Wek qada jiyanê hatiye sêwirandin

Navend ku navê El Cezerî yê ku wek endazyarê pêşîn ê cîhanê tê qebûlkirin û zanyar, îcadker û endazyarê Cizîrî ye hildigire, dê bibe îlhama xebatên zanist û teknolojiyê yên hemwelatiyên ku li bajêr dijîn, bi taybetî jî yên ciwanan. Navend wek "qada jiyanê" hatiye sêwirandin ku hemwelatî ne tenê bigihîjin qadên zanist û teknolojiyê, lê herwiha bigihîjin qadên meşê û parkê jî.

Dê qadên meşê û sporê hebin

Di Navenda Zanistî ya El Cezerî de ku li ser qada 70 hezar metrekareyî dê bê avakirin, dê li gel qadên meşê û sporê, parkîng, qada kafeyê, hewz, qada ku berhemên El Cezerî lê tên pêşandan û nasandin, dikana tiştên bîranînê, salona pirmenzelan, pol û qadên çalakiyan hebin.

Navenda Zanistî ya El Cezerî, dê wek cihekî ku hemwelatiyên ku li Amedê dijîn karibin xebatên zanist û teknolojiyê lê şekil bidin û di heman demê de bêhneke rehet lê bistînin, ji bo xizmeta hemwelatiyan bê pêşkêşkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31