Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeyên Licê û Çungûşê, di encama xebatên berfireh de 226 kîlometre riyên taxên gundan ên ku ji ber berfê hatibûn girtin, vekirin bo hatûçûnê.
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Kordînasyona Binesaziyê, ji ber barîna berfê ya ku li herêmên bilind ên bajêr bandordar e, xebatên xwe didomîne. Tîmên Rêveberiya Şaxa Xizmetên Gundewarî, li navçeya Licê di riya komê ya Eqçebûdaq û Yalimli de 16, di riya komê ya Ecemîş de 20; li navçeya Çungûşê di riya komê ya Handere, Sêkanî û Yaynak de 20, di riya komê ya Albayrak de 40, di riya Taxa Avut de 18, di riya Taxa Çataldut de 4, di riya Taxa Yazyagmuru de 16, di riya komê ya Çeşmedere û Yayginkonaxê de 8, di riya Taxa Akbaşakê de 24, di riya komê ya Atalar, Elmadere, Borumcek û Saxtepe de 30, di riya komê ya Mezreya Polatuşagi Ormançayi û Kuryan de 30 kîlometre, bi tevahî 226 kîlometre rê vekirin bo hatûçûnê.
Tîm, ji bo ku di hatûçûnê de astengî dernekevin holê ji ber barîna berfê û bahozê, xebatên xwe didomînin.
Â