Hevşaredar Bucak serdana Şaredariya Mezin a Wanê kir

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, ji bo piştgiriyê serdana Şaredariya Mezin a Wanê kir, piştî ku cezayê 3 sal û 9 mehan li Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn.

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, ji ber cezayê 3 sal û 9 mehan ku duh li Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatibû birîn, serdana piştgiriyê pêk anî. Bucak, gul pêşkêşî Hevserok Neslihan Şedal kir, ku li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Mezin pêşwaziya wê kir. Di vê navberê de Hevserok Bucak, silav da welatiyên ku li ber avahiya şaredariyê nobeta protestoyê ya li dijî tayînkirina qeyûm didomînin.

Hevşaredar dê beşdarî daxuyaniyê bibin

Hevşaredar Dogan Hatun jî duh êvarê çû Wanê û piştgirî nîşan da. Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dê beşdarî daxuyaniya ku saet 12:00an de li ber şaredariyê were dayîn bibin, li cihê ku nobeta protestoyê berdewam dike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28