Ekîbên Şaredariya Mezin li gundan li dijî berfê zend û bend şidandine

Ekîpên Şaredariya Mezin a Amedê, li taxên gundan ên navçeyên ku berf lê dibare, têkoşîna li dijî berfê dikin.

Li Amedê barîna berfê ya ku dihat çaverêkirin di berbanga sibê de dest pê kir. Di dema ku navçeyên navendî yên Sûr, Rezan, Baxlar û Kayapinar di saetên sibê de ketin bin berfê, barîna berfê bêtir li navçeyên Çungûş, Çêrmûg, Erxenî, Pîran, Hênê, Hezro, Lîce, Pasûr, Farqîn, Çinar, Êgil û Karaz bandora xwe çêkir.

Ekîp têkoşîna li dijî berfê dikin

Serokatiya Koordînasyona Rêvebiriya Rêyan û Binesaziyê a Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo kuwelatî di rewşên dijwar ên hewayê de di çûn û hatinê de pirsgirêk nejîn, li 6 şantiyeyan li rêyên navenda bajêr û taxên gundan, bi 100 karmend û 62 ekîp û amûran amadekariyên xwe temam kirine û 24 saet têkoşîna li dijî berf û qeşayê dikin.

Hişyarî ji welatiyan re

Serokatiya Koordînasyona Rêvebiriya Rêyan û Binesaziyê, ku xebatên vekirina rêyên taxên gundan ên girêdayî navçeyên Çungûş, Çêrmûg, Erxenî, Pîran, Hênî, Hezro, Lîce, Pasûr, Farqîn, Çinar, Êgil û Karazê didomîne, hişyarî da welatiyan ku bêyî lastîkên zivistanê dernekevin trafîkê û ji bo ku tu astengiyek dernekeve holê di çûn û hatinê de, dema ne mecbûrî bin, li şûna wesayitên şexsî wesayitên komsiwariyê bi kar bînin.

Ji aliyê din, li gorî daneyên Rêveberiya 15emîn a Herêmî ya Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku heta sibê hewa li bajêr dê pir ewrî; berf, baran û şilope bibare.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28