Çalakiyên çand û hunerê yên li bajêr hatin gotûbêjkirin

Seroka Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê Zeynep Yaş, bi hunermendên ku di warê wêne, peyker, wênekêşî û hunerên nûjen de berheman diafirînin re civiya û der barê xuyabûna xebatên hunerî û siyaseta çandî ya li bajêr de gotûbêj kir.

Seroka Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî Zeynep Yaş, bi hunermendên ku di warê wêne, peyker, wênekêşî û hunerên nûjen de li bajêr xebatan dikin re civiya. Di civîna ku li Navenda Çand û Kongreyan ya ÇandAmedê de pêk hat de, hunermendên di nav Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaç, Loading, Qada Hunerê ya Vekirî A4, Kolektîfa HangArt, Înîsiyatîfa Hunerê ya Amedê, Galeriya Hunerê ya Ridvan Kuday û Atolyeya Hunerê ya Germê de cih digirin beşdar bûn.

'Em ê di wateya sazûmanî de bikarin çi bikin?'

Seroka Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî Zeynep Yaş di civînê de axivî û anî bîra wan ku di hefteyên borî de wan serdana saziyên hunerê yên li bajêr kirine û dîtin û ramanên xwe parve kirine. Yaş wiha got: "Em dixwazin wek saziyeke ku xizmeta bajêr dike, bi xwe ji her hevalê hunermend bibihîzin ka ew çi dikin û em ê bi hev re çi bikarin bikin. Daxwaz, xwestek û perspektîfên we ji bo me girîng in, em dixwazin binirxînin ka em ê di wateya saziyî de çi bikarin bikin û di wateya takekesî de em ê çawa bi hev re bixebitin. Em dixwazin guh bidin we."

Pêşniyarên ji hunermandan

Hunermendên ku behsa xebatên xwe û tiştên ku ew dikarin bi şaredariyê re bikin kirin, der barê van mijaran de gotûbêj kirin: di diyarkirina siyaseta çandî de tevgerîna bi hev re, ji nû ve dest bi çalakiyên Galeriya Hunerê ya Amedê kirin, lidarxistina sempozyûma peyker-kevir, ji nû ve lidarxistina Rojên Wênekêşiyê, avakirina kampûsên hunerê yên serbixwe, azad û alternatîf ji bo ku hunermendên ciwan ên li bajêr xwe tê de îfade bikin, piştgirîdana projeyên curbicur û girîngiya arşîvê. Her wiha der barê xuyabûna xebatên hunerî û siyaseta çandî ya li bajêr de dîtin û raman hatin parvekirinê.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28