Şaredariya Mezin a Amedê, li navçeyên Hênê û Çinarê rêyên ku ji ber berfê hatibûn girtin vekirin û 2 nexweş gihandin nexweşxaneyê.
Serokatiya Koordînasyona Rêvebiriya Rêyan û Binesaziyê, ji ber barîna berfê ya li bajêr, xebatên xwe didomîne.
Li ser girtina rêyên hin taxên gundan ên girêdayî navçeyên Hênê û Çinarê ji ber barîna berfê, ekîbên Şaredariya Mezin di saetên sibê de dest bi xebatê kirin.
Di dema ku xebat berdewam dikir, li ser agahdarkirina Navenda Bangên Lezgîn a 112'an ji bo 2 nexweşan ji taxa Nirêbê ya girêdayî Hênê û taxa Kubeşî ya girêdayî Çinarê, piştî ku ambulans nikaribû bi pêş ve here li ser rêyên ku ji ber berfê hatibûn girtin, ekîpên Şaredariya Mezin dest bi kar bûn ji bo vekirina wan rêyan.
Li taxa Nirêbê rêya 23 kîlometreyî ji berfê hat paqijkirin û rê ji ambulansê re hat vekirin û zarokekî nexweş gihande nexweşxaneyê û ket bin tedawiyê. Li taxa Kubeşiyê jî, li ser daxwaza welatiyekî ku nexweşê dîyalîzê ye, ekîpên Serokatiya Koordînasyona Rêvebiriya Rêyan û Binesaziyê dest bi kar bûn, rê vekirin û nexweş bi ambulansê hat wergirtin.
Ekîpên Şaredariya Mezin, bi taybetî ji bo vekirina rêyan li herêmên bilind ên ku berf lê bandor dike, xebatên xwe didomînin.
Â