Li ber Şaredariya Mezin a Wanê di daxuyaniyê de Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak got ku ew ê li Wanê xwedî derkevin û wiha axivî: "Ev qelebalix nîşan dide ku gel dê heta dawiyê li vê têkoşînê xwedî derkeve."
Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birrîn, çalakiya nobedariyê ya ku duh dest pê kiribû, berdewam dike. Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, piştî piştgiriya çalakiya nobedariyê, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî ve hat lidarxistin, bûn.
Hevşaredar Bucak: Me silavên germ ên gelê Amedê anîn
Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, di daxuyaniyê de diyar kir ku wan silavên germ ên gelê Amedê anîne û got: "Gelê me yê hêja, Hevserokên me Abdullah û Neslihan helbet şanazî û rûmeta we ne. Wek ku wan jî anî ziman, ew rûmet û şanazî ji berxwedan, helwest û têkoşîna siyasî ya gelê Wanê û ji serkeftina 31'ê Adarê ya 2024'an tê."
'Tu kesek nikare vê têkoşîna mafdar nebîne'
Hevserok Bucak got "Tu hêz nikare vê rûmetê, vê şanaziyê û vê têkoşîna mafdar nebîne" û bal kişand ser wê yekê ku bidestxistina hemû 14 şaredariyan di 31'ê Adarê de ji bo desthilatdariyê pirsgirêk e. Bucak wiha dom kir: "Lê ev serkeftina we ye, ev rûmeta we ye. Em ê heta dawiyê lê xwedî derkevin, em ê li Wanê xwedî derkevin. Sîstema qeyûm a ku wan heya niha dest pê kirine, wek ku hûn dizanin di 3'yê Hezîranê de li Colemêrgê dest pê kir û dixwazin bigihîjin van deran. Lezgînkirina doza Abdullah a dawî û van komployên dadgehî nîşan didin ku mixabin desthilatdarî ji sê qeyûmên ku tayîn kirine ders negirtiye. Lê belê vî gelê birûmet, gelê Dêrsimê, gelê Wanê ji wan re gotiye 'hûn çi dikin bikin, em li gel têkoşîna mafdar in'. Ew têkoşîna mafdar çi ye? Têkoşîna demokratîk û aştiyane ya ciwanan, jinan, dayikan û gelê kurd e. Îro ev qelebalix nîşan dide ku ev gel dê heta dawiyê li vê têkoşînê xwedî derkeve. Yên ku winda dikin ew in, yên ku bi ser dikevin em in. Wek Amedî, wek Hevşaerdar, wek endamên meclisê, em li gel hemû hevalên xwe ne yên ku di 31'ê Adarê ya 2024'an de 14 şaredarî bi dest xistin, krîza mohrê bi awayekî herî baş bi rê ve birin û bi rojan li kolanên Wanê li ber xwe dan."
Â