Hevşaredaran li maça Wansporê temaşe kir

Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li maça navbera Wanspor û Menemensporê temaşe kir.

Wanspor a ku di Koma Sor a Lîga 2'yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de cih digire, li Stadyûma Bajar a Ataturk a Wanê derket pêşberî Menemensporê. Piştî êrîşa ku hefteya borî li Xarpêtê li ser otobusa tîma Wansporê pêk hat, maça Wansporê ya vê hefteyê ji aliyê welatiyan ve bi baldariyeke mezin hat şopandin.

Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ên ku ji ber serdana piştgiriyê li bajêr in, bi Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Tulay Hatimogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB) Siraç Çelik, Hevserokên Şaredariya Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan û parlamenteran re li maçê temaşe kirin.

Maç bi goleke ku Wansporê di deqeya dawî de di qeleya xwe de dît, 2-2 wekhev bi dawî bû. Bi vê encamê Wansporê puanên xwe yên di komê de derxist 40'î.

 

Image Gallery