Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî civîna meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê bûn.
Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê, civîna meha sibatê bi serokatiya Hevserok Abdullah Zeydan pêk anî. Di civînê de, Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ên ji bo piştgiriyê li bajêr bûn, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Tulay Hatimogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB) Siraç Çelik, parlamenter û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn.
Di civîna Meclîsê de Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan axivî û got ku ew li ser karê xwe ne û dê berdewam xizmeta gel bikin.
Piştî axaftinê, xalên rojeva civîna Meclîsê hatin nirxandin.
Â