Li rêya Zanîngeh û Êxîkê hejmara otobûsan zêde kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser rêya Êxîkê û Zanîngeha Dîcleyê ku qelebalix lê çêdibe, hejmara rêwîtiyên xeta G1ê zêde kir.

Serokatiya Beşa Veguhestinê, ji bo ku hemwelatî zûtir bigihîjin û astengî dernekevin, li ser rêya di navbera Êxîkê û Zanîngeha Dîcleyê de ya ku yek ji xetên qelebalix e, hejmara rêwîtiyên xeta G1ê zêde kir.

Bi nûvekirina demên derbasbûna xetê, dema rêwîtiyê ya ku berê 40 deqîqe bû, dakete 30 deqîqeyan. Her wiha, li ser daxwaza hemwelatiyan, otobusên ku berê heta saet 17:00ê dixebitîn, piştî vê guherînê, heta saet 21:00ê dest bi xizmetê kirin.

 

Image Gallery