DÎSKÎ dê pirsgirêkên binesaziya Sûrê çareser bike

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, projeya "Karê Avakirina Xeta Ava Vexwarinê, Kanalîzasyon û Drenaja Sûrê ya Zêde" pêk tîne.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka bingehîn a Sûrê, projeyeke mayînde pêk tîne. Di karê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî xetên torên ava vexwarinê, ava baranê û kanalîzasyonê yên navçeyê dest pê kiriye de, gihîştiye qonaxa dawî.

Bi encama hewldanên Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, Rêveberiya Herêmî ya ÎLBANKê ya Amedê, ji bo pêkanîna projeya "Karê Avakirina Xeta Ava Vexwarinê, Kanalîzasyon û Drenaja Sûrê ya Zêde" ya ku di sala 2015an de nîvco mabû, finansa krediyê pejirand. Bi pejirandina daxwaza krediyê ya Serokatiya Daîreya Nirxandina Veberhênanê ya ÎLBANKê re, Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê, dest bi karên projeya "Karê Avakirina Xeta Ava Vexwarinê, Kanalîzasyon û Drenaja Sûrê ya Zêde" ya bi nirxa 150 mîlyon TLyî kir.

Bi temamkirina pêvajoya îhaleyê re, dê dest bi projeyê bê kirin ku tê de gelek kar hene wek raxistina 3 hezar û 466 metre xeta ava vexwarinê û 2 hezar û 935 metre xetên kanalîzasyonê.

Karên ku dê di çarçoveya projeyê de bên kirin

Di çarçoveya "Karê Avakirina Xeta Ava Vexwarinê, Kanalîzasyon û Drenaja Sûrê ya Zêde" de, dê ev kar bên kirin: "Raxistina 2 hezar û 935 metre xeta kanalîzasyonê, çêkirina 176 bîrên kontrola kanalîzasyonê, çêkirina 250 bîrên parselê, girêdana hezar û pênc sed metre xeta parselê, girêdana di navbera xeta drenaja derdora avahiyan a 6 hezar metreyî û bîra parselê de, paqijkirina 403 bîrên kontrolê, derxistina 120 bîrên kontrolê yên veşartî û bilindkirina asta wan bi zêdekirina stûbendê, dîtina xetên bi dirêjahiya 17 hezar û 230 metre û bi quturên cuda, paqijkirina xetên bi quturên cuda yên ku hatiye diyarkirin ku bi giştî 3 hezar û 150 metre girtî ne, guherandina kapaxên 420 bîrên kontrolê yên kêm an jî hewceye bên guhertin bi kapaxên kompozît, raxistina 3 hezar û 466 metre xeta ava vexwarinê ya bi quturên cuda, girêdana hezar metre abonetiya ava vexwarinê, montajkirina 10 hîdrantên agir, bicihkirina pompeyên noqî di 80 bîrên parselê de, peydekirina xetên binerdî yên ji bo xwedîkirina enerjiya 5 hezar metre pompeyên noqî, çêkirina 80 girêdanên enerjiyê yên pompeyên noqî."

Şerifoglu: Em bi awayekî dilsozî dixebitin

Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu diyar kir ku ew li asta Walîtiya Amedê û ÎLBANKê kar dikin û got ku wan dest bi pêkanîna projeyên girîng kirine ji bo rakirina pirsgirêkên bingehîn û ava vexwarinê yên navçeya Sûrê. Şerifoglu wiha got: "Em ê van di demeke nêz de yek bi yek parve bikin. Bila gelê me vê bizanibe ku karên ku me di 11 mehan de kirine hêja ne. Armanca me ya bingehîn ew e ku em pirsgirêka bingehîn a vî bajarî ji bo 40-50 salên pêş de ji niha ve çareser bikin. Em li ser mijarên wek ava vexwarinê, kanalîzasyon û paqijkirinê bi awayekî çir dixebitin. Em pirsgirêkên ku di qada erkên saziya me de ne û dê bandorê li jiyana bingehîn bikin çareser dikin û dê bikin."

'Dê beşdariyeke girîng bike ji bo xurtbûna bingehê'

Şerifoglu der barê hûrgiliyên projeya "Karê Avakirina Xeta Ava Vexwarinê, Kanalîzasyon û Drenaja Sûrê ya Zêde" de jî agahî da û got: "Krediya ku me ji bo Sûrî wergirtiye, dê beşdariyeke girîng bike ji bo xurtbûna bingeha herêmê."

 

Image Gallery