Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji 250 rêyên gundan ên ku li 10 navçeyan bi barîna berfê re hatibûn girtin, 216 ji wan ji hatûçûnê re vekirin.
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo ku hemwelatî di rewşên hewayê yên zehmet de pirsgirêkên veguhestinê nejîn, li navenda bajêr û gundan di 6 şantiyan de, bi 100 karmend, 62 ekîb û gelek amûran ve karên xwe didomîne. Ekîb, 24 saet di 7 rojan de li dijî xetera barîna berfê û qeşayê têdikoşin.
Rêya 250 gundan hat girtin
Barîna berfê ya ku li Amedê berdewam dike, li navçeyên Çêrmûg, Çinar, Baxlar, Çungûş, Pîran, Erxenî, Hênê, Pasûr, Lîce, Farqîn û gundên wan bandor dike. Bi barîna berfê re li Baxlarê 37, li Çêrmûgê 8, li Çinarê 27, li Çungûşê 34, li Pîranê 18, li Erxeniyê 48, li Hênê 18, li Pasûrê 22, li Lîceyê 19 û li Farqînê jî 19, bi tevahî rêya 250 rêyên gundan ji veguhestinê re hat girtin.
Rêya 216 gundan hate vekirin
Bi encama karên ku ekîban ji duh ve didomînin, li Baxlarê 37, li Çêrmûgê 8, li Çinarê 27, li Pîranê 18, li Erxeniyê 48, li Hênê 18, li Pasûrê 22, li Lîceyê 19 û li Farqînê jî 19, bi tevahî rêya 216 gundên gundan ji veguhestinê re hat vekirin. Ekîb li Çungûşê jî karên xwe yên vekirina rêyên gundan didomînin.
Â