Tîma Hentbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi serkeftina li hember Tîma Hentbolê ya Dibistana Navîn a Herêmî ya Yeşilliyê derket Lîga 1'em.
Tîma Hentbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ya ku di bin banê Serokatiya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatiye avakirin, ber bi armanca bêtêkçûnê ve diçe. Tîma Hentbolê ya DBB'ê ku Koma G ya Lîga 2'yan a Federasyona Hentbolê ya Tirkiyeyê (THF) bê şikestexwarin bi dawî kir û bi 18 puanan bû şampiyon, di 3 pêşbaziyên xwe yên Qonaxa Pleyoff a Eliminasyonê ya Koma Spî de jî bi serkeftin derket û gihîşt Çeperast-Rêzkirinê û Fînala Çaran.
Tîma Hentbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, îro di hevdîtina çeperast de li Enqereyê li Salona Sporê ya Prof. Dr. Yaşar Sevim bi Tîma Hentbolê ya Dibistana Navîn a Herêmî ya Yeşilliyê (Mêrdîn) re rû bi rû hat.
Tîma Şaredariya Mezin derket Lîga 1'em
Tîma Hentbolê ya DBB'ê ku lîstikek serdest li hember reqîbê xwe nîşan da, bi serkeftina 23-32'yan ji pêşbaziyê derket û derket Lîga 1'em a Hentbolê. Tîma Hentbolê ya DBB'ê, dê ji bo diyarkirina rêza Lîga 2'yan pêşbaziya fînala çaran bilîze.
Çeperast-Rêzkirin û Fînala Çaran
Di Lîga 2'yan a Hentbolê de di navbera 13-16'ê Sibata 2025'an de li Enqereyê dê pêşbaziyên rêza Fînalê bên lîstin. Di roja yekem a pêşbaziyan de dê pêşbaziyên hevdîtina çeperast bên lîstin, 4 tîmên ku hevdîtinên çeperast qezenc bikin, dê mafê lîstina fînala çaran bi dest bixin, 4 tîmên ku di hevdîtinên çeperast de bi bin kevin, dê bi hev re pêşbaziyên rêzkirinê bilîzin.
Ji bo diyarkirina rêza Lîga 2'yan dê pêşbaziyên fînala çaran bên lîstin û 4 tîmên ku di koma fînala çaran de bimînin dê derkevin Lîga 1'em a Mêran a Tirkiyeyê.
Â