Hevşaredar Hatun: Gelê Wanê li îradeya xwe xwedî derdikeve

Li Wanê, di çalakiya nobetê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun axivî û got ku gelê Wanê ji sê rojan ve şev û roj li îradeya xwe xwedî derdikeve.

Piştî ku cezayê 3 sal û 9 mehan hate dayîn ji Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan re, çalakiya nobetê ya li ber avahiya şaredariyê di roja 4'emîn de berdewam dike. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, ku piştî cezakirina Zeydan çû Wanê û ji sê rojan ve piştgirî dide çalakiya nobetê, şev li gel welatiyên li ber avahiya şaredariyê derbas kir.

Hevşaredar Hatun: Îradeya gelê Wanê li vir e

Hevşaredar Dogan Hatun, ku li vir ji welatiyên re axivî, diyar kir ku ew şahidiya kedê ya ku gel dide dikin û got: "Em difikirin ku çavê Enqereyê jî li vir e. Û ev berhema we ye. Em dizanin çima ji keda we ditirsin. Ji ber ku îradeya gelê Wanê li vir e. Dixwazin wê îradeyê ji holê rakin. Lê hûn sê şev û sê rojan e li vir di sermayê de bi xwêdanê ber xwe didin. Di sermayê de xwêdana we, nîşaneya wê ye ku hûn li îradeya xwe xwedî derdikevin."

Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB) Siraç Çelik jî got ku gelê Wanê li îradeya xwe xwedî derdikeve û tevî sir û seqemê jî ji rojan ve vê qadê terk nake.

 

Image Gallery