Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 6 navçeyan piştî barîna berfê, di 181 gundên ku rê hatibûn girtin de, 439 kîlometre rê ji bo çûnûhatinê vekir.
Serokatiya Daîreya Lênihêrîna Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, ji bo ku welatî di rewşên dijwar ên hewayê de pirsgirêkên çûnûhatinê nejîn, li navenda bajêr û rêyên gundan di 6 cihan de, bi 100 xebatkar, 62 tîm û gelek amûran xebatên xwe didomîne. Tîm, 24 saet di 7 rojan de li dijî xetera barîna berfê û qeşayê têdikoşin.
Li Amedê, ji duh ve di barîna berfê de li navçeyên Pasûr, Farqîn, Lice, Pîran, Erxenî û Çungûşê rêyên 181 gundan ji bo çûnûhatinê hatibûn girtin. Di encama xebatên ku tîman dimeşînin de li Pasûrê di 8 gundan de 125, li Farqînê di 17 gundan de 40, li Licê di 6 gundan de 60, li Pîranê di 26 gundan de 64, li Erxeniyê di 40 gundan de 100, li Hênê di 2 gundan de, li Çungûşê jî di 5 gundan de 50 kîlometre rê hat vekirin.
Tîm, li Pasûrê ji bo 20, li Licê 6, li Pîranê 12, li Erxeniyê 10, li Hênê 14, li Çungûşê jî 25 gundan rê vekin xebatên xwe didomînin.
Li Pasûrê nexweşê ku di wesayîtê de mabû hat rizgarkirin
Ji aliyê din ve, tîmên Serokatiya Daîreya Lênihêrîna Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, li ser agahdarkirinê, li gundê Koçkarê yê girêdayî navçeya Pasûrê, li ser wesayîteke ku tê de nexweşek hebû û mabû dest bi xebatê kirin. Piştî ku tîman rê ji bo çûnûhatinê vekir, nexweş bi wesayîtê hat veguhestin nexweşxaneyê.
Her wiha tîman, li navçeya Pasûrê di dirêjahiya rojê de rêyên gundan vekirin û welatiyên nexweşên dîyalîzê bi ambulansan şandin nexweşxaneyê.
Â