Tîmên futbolê yên jinan û mêran ên ku di bin banê Serokatiya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatine avakirin, serkeftinên nû li serkeftinên xwe zêde kirin.
Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di Koma 29'an a Lîga 3'yan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze, di pêşbirkekê de li hemberî Batman Mezopotamyasporê bi encama 3-0 bi ser ket. Tîma Jinan a DBB'ê (Şaredariya Bajarê Mezin) bi vê serkeftinê di 3 pêşbirkan de 3 serkeftin bi dest xist û puaên xwe derxist 9'an.
Tîma Futbolê ya Mêran bi encameke mezin bi ser ket
Tîma Futbolê ya Mêran a DBB'ê ku di Koma A ya Lîga Super Amatorê ya Amedê de dilîze, li hemberî Surkent 21 Gençlîksporê bi encama 7-0 bi ser ket.
Tîma Futbolê ya Mêran a DBB'ê bi vê encamê puaên xwe derxist 33'yan û di rêza 6'an de cih girt.
Â