Îtfaiyeya Amedê ji karmendên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil perwerde da derbarê ka di rewşên agirpêketinê de çi divê were kirin. Di çarçoveya bernameyê de, dê 10 hezar karmend di 25 nexweşxaneyan de werin perwerde kirin.
Midûriyeta Agirkujiyê bernameyeke perwerdeyê ji bo karmendên ku di saziyên dewletê de dixebitin derbarê sedemên agirpêketinê, tedbîrên ku divê li dijî agir werin girtin û ka di cihê agirpêketinê de mirov çawa divê tevbigere, destpê kir.
Di çarçoveya bernameyê de, agirkuj ku di Midûriyeta Agirkujiyê de dixebitin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil perwerde dan.
Tedbîrên li dijî agir hatin ravekirin
Di çarçoveya perwerdeyê ya teorîk ku li salonên konferansê hat lidarxistin, sedemên agirpêketinê, tedbîrên pêwîst, tiştên ku divê werin kirin dema ku mirov rastî agir tê û erkên agirkujiyê ji karmendan re hatin ravekirin.
Mamosteyên perwerdeyê ku derbarê amûrên ku dê di agiran de werin bikaranîn de agahî ji karmendên re dan, bi awayekî pratîkî şêwazên midaxelekirina agirên sinifên hişk, avî û gazê şanî dan. Ji karmendan re bi awayekî pratîkî hat nîşandan ku çawa tûpên agirkujiyê werin bikaranîn.
Dê 10 hezar karmend werin perwerdekirin
Midûriyeta Agirkujiyê dê di çarçoveya bernameyê de 10 hezar karmendan di 25 nexweşxaneyan de perwerde bike.
Â