DÎSKÎ, li Hezroyê bîreke nû ya sondajê da destpêkirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya ser bi Şaredariya Mezin a Amedê ve, li navçeya Hezroyê bîreke nû ya sondajê da destpêkirin û bi kapasîteya 8 lître di saniyeyê de dest bi dabînkirina hewcedariya ava vexwarinê ya 3 hezar û 72 kesan a rojane kir.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), gaveke girîng avêt ji bo xurtkirina peydakirina ava vexwarinê li navçeya Hezroyê. Ekîbên Midûriyeta Şaxa DÎSKÎyê ya Hezroyê, li Taxa Hurriyetê bîreke nû ya sondajê dan xebitandin. Bîra sondajê ya ku kapasîteya wê 8 lître av di saniyeyê de ye, dê hewcedariya ava vexwarinê ya 3 hezar û 72 kesan a rojane dabîn bike. Ev bîr di heman demê de dê rê li ber qutbûna avê ya ku dikare li navçeyê çêbibe, bigire.

'Binesazî hat xurtkirin'

Midûrê Şaxa DÎSKÎyê ya Hezroyê Bariş Çavdar, ragihand ku ji bo misogerkirina berdewamiya peydakirina avê li navçeyê û pêşîgirtina qutbûnên avê yên muhtemel, çavkaniyên alternatîf ên avê hatine bikaranîn. Çavdar anî ziman ku bi ketina kar a bîra nû ya sondajê, binesaziya ava vexwarinê ya Hezroyê hîn bêhtir hat xurtkirin.

Çavdar, tekezî kir ku piştî çalakkirina bîrê, karên lênêrîn û kontrolê yên bi rêkûpêk dê berdewam bikin û bi vî awayî, gihîştina welatiyên herêmê ya bi ava vexwarinê ya paqij û bênavber dê bê garantîkirin.

 

Image Gallery