Çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi nîşandana fîlman dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, destpêka çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya 21ê Sibatê bi nîşandayina fîlman da. Midûrê Beşa Parastina Zimanî Tahir Baykuşak, diyar kir ku ewê din av vê hefteyê de gelek çalakiyan pêk bînin, got ku dê xebatên xwe yên ji bo zêdekirina hişmendiya zimanî li hemû qadên gelemperî bidomînin.

Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine organîzekirin, ji ber Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya 21ê Sibatê dest pê kirin. Di çarçoveya bernameyan de, di hefteyekê de çalakiyên wekî belavkirina materyalan li esnafan, guhdarkirina helbestan, konser, şano û nîşandayina sînemayê werin lidarxistin.

Çalakiyan bi nîşandana fîlman li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amed dest pê kir. Fîlma "Keçika Reş" ku çîroka jineke Senegalî ku dixwaze jiyaneke çêtir ava bike li welatekî din, û La Nacion Clandestina (Neteweya Nepen) ku têkoşîna bêçare ya ferdekî bi navê Sebastián Mamani vedibêje ku dixwaze tevlî civakê bibe tevî rîska mirinê ji aliyê Jorge Sanjinés ve hatiye kişandin, hate nîşandan.

'Em ê xebatên xwe bidomînin'

Midûrê Beşa Parastina Zimanî Tahir Baykuşak, derbarê çalakiyan de agahî da û got ku ew ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku di navbera tarîxên 17-22 Sibatê de tê pîrozkirin, bi çalakiyên curbecur pêşwazî bikin, û diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo zêdekirina hişmendiya zimanî li bazarê, li kuçeyan û li hemû qadên gelemperî bidomînin. Baykuşak got: "Beşek ji xebatên me dê di kêleka çalakiyên hunerî de, li ser esnafan be. Em ê li esnaf û bazaran bigerin û etîket û rozetan li wan belav bikin."

Baykuşak her wiha ragihand ku dê sê fîlm bên nîşandan, lîstikek şanoyê bi Zazakî bê lîstin û 21ê Sibatê, ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê resepsiyonek bê sazkirin. Baykuşak her wiha got ku 22ê Sibatê bi beşdariya Ayfer Duztaş û Alî Tekbaş, konsereke mezin dê bê organîzekirin.

'Du zimanên li bajarê me di bin xeterê de ne'

Baykuşak destnîşan kir ku di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya 21ê Sibatê de, UNESCO balê dikişîne ser zimanên ku bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû ne, û wiha got: "Mixabin li bajarê me jî du ziman bi vê talûkeyê re rû bi rû ne; yek jê Suryanî, yê din jî Zazakî ye. Heke li ser vê mijarê xebat neyên kirin, dezgeh û sazî lê xwedî dernekevin, di salên pêşiya me de dibe ku Suryanî û Zazakî bibin zimanên mirî. Ji ber vê sedemê, me xwest ku îsal wek Sala Zimanê Zazakî bê bibîranîn û em wek Yekîneya Zimanî ya şaredariya xwe vê daxwaza xwe dubare dikin."

 

Image Gallery