Li Amedê 3 hezar û 500 kesan xizmeta kontrola tenduristiyê wergirt

Şaredariya Mezin a Amedê, di 4 mehên dawî de li tax û gundên bajêr û navendê ji 3 hezar û 500 kesan re xizmeta kontrola tenduristiyê pêşkêş kir.

Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê, bi bernameya perwerdehiya tenduristiyê ya li taxan, gihîştina hemwelatiyan a mafê tenduristiyê pêk tîne. Di çarçoveya bernameyê de, karmendên tenduristiyê yên ku li tax û gundên bajêr û navendê digerin, kontrola tansiyonê, şekir û indeksa giraniya laş, testa ducanîbûn û xwînê û ji bo zarokan pîvana bejn û giraniyê û kontrola dev û diranan pêk anîn.

Li taxa Kevnecarê kontrola tenduristiyê

Di çarçoveya bernameyê de, karmendên tenduristiyê yên ku ji 1 dixtor, 5 hemşîre, 1 paramedîk û 2 laborantan pêk tê, li Taxa Kevnecar a girêdayî navçeya Sûrê, ji hemwelatiyan re kontrola tenduristiyê û perwerdehiya tenduristiyê pêşkêş kirin.

Ji jinên ku muayeneya memikan bi dest hat kirin re, ji bo ku bikaribin bi xwe jî muayene bikin perwerde hat dayîn. Di bernameyê de perwerdehiya hipertansiyon û diyabetê hat dayîn û herwiha ji zarokan re perwerdehiya dev û diranan hat dayîn û macûn û firçeyên diranan hatin belavkirin.

Xebat dê berdewam bikin

Ekîbên ku di 4 mehên dawî de li tax û gundên bajêr û navendê ji 3 hezar û 500 kesan re xizmeta kontrola tenduristiyê û perwerdehî pêşkêş kirine, dê di çarçoveya bernameyê de li taxên din xebatên xwe bidomînin.

 

Image Gallery