Çalakiyên ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatibûn lidarxistin, bi konsera hunermend Ayfer Duzdaş û Alî Tekbaş re bi dawî bû.
Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ve di hefteyekê de hatibûn lidarxistin, bi konserekê bi dawî bûn. Di bernameya konserê de ya ku li Navenda Çand û Kongreyan ya Amedê pêk hat, sînevîzyonek hate nîşandan ku tê de çalakiyên şaredarî û rêxistinên civaka sivîl ên ji bo roja zimanê dayikê hatibûn kirin, cih girtin.
'Em berpirsiyar in ku xwedî li zimanê xwe derkevin'
Seroka Karûbarên Çandî û Civakî Zeynep Yaş, beriya konserê axivî û got "Hûn ne mêvan in, xwediyê malê ne. Kirina van xebatan erkê me ye."
Yaş bîr anî ku piştî têkoşîna mezin a Bengalîyan, zimanê wan li cîhanê hat pejirandin û wiha got: "Bi vê munasebetê em îro Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin. Îro her Kurd berpirsiyar e ku xwedî li zimanê me yê di bin xetera windabûnê de derkeve û vê mîrateyê bidomîne. Divê em vê dîroka hezar salan, vê mîrateyê bi zimanê xwe biparêzin. Ji ber ku tenê eger ziman berdewam bike, em ê bikaribin bibin xwediyê vê mîrateyê, ew mîrate tenê bi rêya ziman dikare ji me re bê veguhestin. Bi vê baweriyê em dibêjin, ne tenê rojekê, ne tenê 21'ê Sibatê, bila her roj roja zimanê me be. Zimanê me yê xweşik pîroza me hemûyan e."
Piştî axaftinê, hunermend Ayfer Duzdaş û Alî Tekbaş bi konsera xwe demên xweş dan temaşevanan.
Di bernameyê de herwiha lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê skêça ku ji bo roja zimanê dayikê amade kiribûn, lîstin.
Â