Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Mezin a Amedê, bi serketina 3-0 li hemberî Erganî Makamspor, di maça xwe ya 4'emîn de jî bi ser ket, û tîma futbolê ya mêran jî bi serketina xwe derket pêşengiya komê.
Tîmên futbolê yên jin û mêran ên ku di bin banê Serokatiya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatine avakirin, serkeftinên xwe didomînin. Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Mezin a Amedê ku di Koma 29'an a Lîga 3'yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze, di pêşbaziya li hemberî Ergani Makamspor de 3-0 bi ser ket. Tîma Futbolê ya Jinan ku di 4 maçên xwe de tu gol nexwarin, puanên xwe derxistin 12'an. Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di koma xwe de pêşengiyê didomîne, dê di 1'ê Adarê de bi Guneykentspor re bilîze.
Tîma Futbolê ya Mêran derket pêşengiya komê
Tîma Futbolê ya Mêran a Şaredariyê ku di Koma A ya Lîga Super Amatorê ya Amedê de dilîze, di pêşbaziya li hemberî Diyarbakir Yolspor de 2-0 bi ser ket.
Bi vê encamê Tîma ŞMAyê ku puanên xwe derxist 36'an û bi averajê derket pêşengiya komê, dê hefteya bê bi Diyarbakir DSÎ Spor re bilîze.
Â