Perwerde ji bo karmendên dermandanê hat dayîn

Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo 287 karmendên ku di xebatên dermandanê yên li dijî populasyonên kêz û mêşan de kar dikin, bernameyeke perwerdeyê li dar xist.

Tîmên dermandanê yên Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê; ji bo ku populasyonên kelmêş, mêşên reş û kêzên weha di asteke ku gef li tenduristiya mirovan nexwe de bimînin, tedbîran digirin.

Ji aliyê Midûriyeta Beşa Veterîneriyê ya Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê ve, li 17 navçeyan xebatên têkoşînê yên li dijî kulmêş, mêşên reş, pêşî, qijnik û kêzên weha yên ku dikarin gef li tenduristiya mirov û heywanan bixin, bê navber tên meşandin.

Xebatên amadekariyê zû dest pê kir

Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê ku ji bo mehên havînê zû dest bi xebatên amadekariyê kir, ji bo zêdekirina zanîn û şiyanên karmendên ku di xebatên dermandanê yên li dijî populasyonên kêzan de kar dikin, bernameyeke perwerdeyê li dar xist.

Ji karmendên re perwerdeyên teorîk û pratîk hatin dayîn

Di bernameya perwerdeyê ya ku li Yekeya Dermandanê hat lidarxistin de, ji aliyê pisporên qada xwe ve ji 287 karmendan re perwerde hat dayîn. Di perwerdeyê de ya ku di çarçoveya amadekariya mehên havînê de hat lidarxistin, ji bo bilindkirina asta zanîna tîman, derbarê bikaranîn û lênihêrîna amûran de agahiyên berfireh hatin dayîn.

Ji bo ku amûrên dermandanê yên wek ULV, holder, atomîzer û pompayên pişta bi awayekî berhemdar û bi zanebûn bên bikaranîn, li gel perwerdeyên teorîk, perwerdeyên pratîk jî hatin dayîn.

Armanc parastina tenduristiya gel e

Bi saya perwerdeyê tê armanckirin ku tenduristiya gel bê parastin, tasarufa derman bê zêdekirin û sazkirina amûran bi awayekî rast û bibandor bê kirin.

'Perwerde dê alîkariya xebatan bike'

Serokê Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçakli ku di bernameya perwerdeyê de axivî, diyar kir ku perwerde dê alîkariyeke mezin li têkoşîna li dijî kêzan bike. Saçakli anî ziman ku bi saya xebatên ku tên kirin, di mehên havînê de populasyona kulmêş û mêşên reş dê bi awayekî girîng kêm bibe û ew bawer dike ku gel dê li gorî salên berê demeke havînê ya rehet derbas bike.

 

Image Gallery