Bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ji Şaredariya Bajarê Mezin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê çalakiyên curbicur li dar bixe. Koroya Jinan a ku ji karmendên jin ên şaredariyê pêk tê, dê 28'ê Sibatê cara yekem derkeve ser dikê.

Şaredariya Bajarê Mezin, dest bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê di 21'ê Sibatê de kir. Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê, heta 8'ê Adarê dê rêzek çalakiyan li dar bixe. Bi çalakiyan tê xwestin ku piştgiriya jinan bihêz bibe û hişmendî were afirandin.

Di çarçoveya bernameya hatî diyarkirin de "24'ê Sibatê li Navenda Jiyan a Jinên Taxa Kuçeyê û 26'ê Sibatê li Navenda Jiyan a Lalebeyê, 27'ê Sibatê bi Şaredariya Pasûrê re li taxa gundan û li Navenda Jiyan a Jinên Ben û Senê, Şahiya 8'ê Adarê û Hevdîtina Jinan (13:00); 26'ê Sibatê li Navenda Jiyan a Jinên Koşuyoluyê Hevdîtina Jinan (10:00); 25'ê Sibatê, serlêdana Passoligê ji bo maça Amedsporê ya 4'ê Adarê (12:00) û beşdarbûna maçê; 26'ê Sibatê li Navenda Çand û Kongreyan ya Amedê fîlma "Navê Min Kêfxweş e" (19:00); 1'ê Adarê li Navenda Çand û Kongreyan ya Amedê şanoya "Morî" (14:00); di navbera 1-6'ê Adarê de bi Şaredariya Sûrê û Şaredariya Yenişehirê re serdana jinên ku li kargehên xişt û kargehên din dixebitin; 2'yê Adarê beşdarbûna maça tîma futbolê ya jinên Amedsporê; 7'ê Adarê pîrozbahiya 8'ê Adarê ya jinên ku li avahiya xizmetê ya şaredariyê dixebitin" çalakî dê bên lidarxistin.

Koroya Jinan cara yekem dê derkeve ser dikê

Koroya Jinan a ku ji aliyê Meclisa Jinên Şaredariya Bajarên Mezin a Amedê ve di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji karmendên şaredariyê hatiye avakirin, dê konsera xwe ya yekem di 28'ê Sibatê de pêşkêş bike. Koroya Jinan a ku amadekariyên xwe didomîne, dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê di saet 14:00'an de derkeve ser dikê.

 

Image Gallery