Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun serdana Şaredariya Yenîşehirê kirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn serdana Şaredariya Yenîşehirê. Hevserokên Şaredariya Yenîşehirê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, li ber deriyê avahiya şaredariyê pêşwaziya hevşaredaran kirin. Hevşaredar çûn avahiya şaredariyê û bi Akdag û Ergûn re hevdîtinek pêk anîn.
Hevşaredar Bucak û Hatun derbarê xebatên li navçeyê de agahî wergirtin û der barê xebatên ku wê bên kirin de jî dîtin û ramanên xwe parve kirin.
Hevşaredaran gul pêşkêşî Akdag û Ergûn kirin û di karê wan de serkeftin xwestin.
Di serdanê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û endamên meclisa şaredariyê jî li gel hevşaredaran amade bûn.
Â