Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sedema nêzîkbûna meha Remezanê, perwerde da xebatkarên zabiteyê yên di Koordînasyona Kontrola Xwarinê de dixebitin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, ji bo mîsogerkirina gihiştina hemwelatiyên xwarinên tendurist, bi sedema nêzîkbûna meha Remezanê, berdewamiya karên xwe dike. Di çarçoveya van karan de, bernameya perwerdekirinê li Salona Konferansê ya Elî Emîrî ji bo xebatkarên zabiteyê yên di Koordînasyona Kontrola Xwarinê de hat lidarxistin.
Di bernameyê de, xebatkarên pispor ên Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, ji bo tîmên ku li şaredariyên navçeyan kontrola xwarinê dikin, mijarên "Kontrola xwarinê çawa divê were kirin, bingehên hiqûqî û qanûnên xwarinê" vegotin.
Bi perwerdeyê xebatkar hatin agahdarkirin
Di perwerdeyê de, hat ravekirin ka xebatkarên ku kontrola xwarinê dikin dê bi çi rewşan re rû bi rû bimînin û divê çi bikin, der barê qanûnên xwarinê û rêznameyên wê de agahî hat dayîn.
Di bernameyê de ku agahdarî der barê amûrên pîvandinê de hatin dayîn ku tîmên kontrola xwarinê yên Şaredariya Bajarê Mezin dema kontrolê bi kar tînin, her weha pêşkêşiyek der barê qaîdeyên giştî de jî hat kirin.
Di bernameyê de her weha xebatkar der barê ka dê di meha Remezanê de li seranserê bajarê kontrol çawa werin kirin de, hatin agahdarkirin.
Â