Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî civîna çapemeniyê bû ku lê rapora xebatê ya bi navê "Rewşa jinan a feqîrîyê: Nexşeya newekheviyê li Amedê" ya ku ji aliyê GABBê ve hatiye amadekirin hat ragihandin. Bucakê got: "Divê em bi hev re qadên feqîriyê yên jinan baş bikin û wan jî têxin vê pêvajoya başkirinê".
Rapora xebata qadê ya bi navê "Rewşa jinan a feqîrî: Nexşeya newekheviyê li Amedê" ku ji aliyê Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê (GABB) ve bi hevkariya şaredariyên Sûr û Baxlarê ve hatiye amadekirin, bi armanca diyarkirina asta feqîriya jinan li navçeyên Sûr û Baxlarê û pêşxistina pêşniyarên çareseriyê, hat ragihandin. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Nû de, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredara Şaredariya Baxlarê Leyla Ayaz, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û endamên meclîsa şaredariyê beşdar bûn.
Devrîm Demîr ku axaftina destpêkê ya civînê kir, da zanîn ku Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku di heman demê de Hevşaredara GABB'ê ye jî, ji ber ku li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin, nikariye were û silavên Şedal ên ji bo jinan ragihand. Demîr ku li hember tayînkirina qeyûm li Şaredariya Qaxizmanê bertekek nîşan da û axaftina xwe domand, anî ziman ku bi sepandina qeyûm careke din îradeya Kurdan hatiye hedefkirin. Demîr, got ku ew vê siyaseta qeyûmê qebûl nakin.
Demîr anî ziman ku xebata ku ji aliyê GABBê ve hatiye kirin li Amed, Mêrdîn û Wanê hatiye kirin û li Amedê navçeyên Baxlar û Sûrê wek herêmên pîlot hatine hilbijartin. Demîr got ku di çarçoveya civînê de nîqaşên li ser feqîriya jinan ên ku dê werin kirin û fikir û pêşniyarên ku dê werin pêşkêşkirin pir bi qîmet in.
Bi 1866 jinan re hevdîtin hat kirin
Piştre Koordînatora Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç ku encamên bingehîn ên raporê ragihandin, diyar kir ku di çarçoveya projeyê de, li 31 taxên navçeyên Sûr û Baxlarê yên ku wek herêmên pîlot hatine diyarkirin, bi 1866 jinên li ser 18 salî re hevdîtin hatiye kirin. Genç got: "Xebata ku me li Sûr û Baxlarê kiriye, ji bo dîtina rewşên klasîk ên feqîriyê û şêweyên tecrûbekirina jinê ya ku feqîriyê çiqas kûr û bêçare dike, ji bo ragihandina rewşên nû yên feqîriyê û mixabin di kîjan rewşan de bi awayekî berbelav tê tecrûbekirin, girîng e" û daneyên raporê ragihandin.
Hevşaredar Bucak: Em tenê behsa feqîriya aborî nakin
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak ku di rûniştina 2'yemîn a civînê de axivî, diyar kir ku berhevkirina daneyan ji qadan û taxan gelek girîng e. Hevşaredar Bucak ku teqez kir civak bi rewşeke gelek giran re rû bi rû ye û di pêvajoyên krîza aborî ya kûrbûyî de herî zêde jin hatine hejartin, wiha got: "Helbet gelek mekanîzmayên ku ji aliyê pergala zilamserdest ve hatine şêwekirin hene, em nikarin wan paşguh bikin. Em ne tenê behsa feqîriya aborî dikin, di heman demê de em behsa feqîriya siyasî, civakî, çandî, hunerî û feqîriya di her qadên bajêr de dikin. Helbet dema ku em behsa vê feqîriyê dikin, em dê hêla wê ya ku bi pergala zilamserdest ve tê guhertin teqez bikin."
'Rolên zayendî yên civakî her ku diçe kûrtir dibin'
Hevşaredar Bucak ku balê kişand ser wê yekê ku li seranserê cîhanê jin ji mêran 2.5 caran zêdetir dem ji bo xebata bêheq a lênêrînê vediqetînin û li Tirkiyeyê ev rêje 4 caran e, axaftina xwe wiha domand: "Dîsa piraniya jinan di aboriya neqeydkirî de cih digirin, li seranserê cîhanê tenê ji sedî 26ê jinan di bin ewlehiya civakî de ne. Li gorî raporra DİSK-AR ji her 10 jinan 4 di bin xetera hejarî û dûrxistina civakî de ne. Helbet em nikarin newekhevî û cudakeriya zayendî ya ku pergalê kûr kiriye û rola ku desthilatê daye jinan û siyaseta her roj li nav çar dîwarên malê hepskirinê paşguh bikin. Gotinên wek 'Ma karên nav malê têrê nakin?', 'Kariyera herî girîng a jinê dayiktî ye' û hwd, ji aliyekî de feqîrî di qada navîn de be jî, wek rolên civakî yên pergala mêrserdest ku em nikarin bişkînin û qadên ku ew dixwazin dîsa me têxin hundir der tên pêş me û her ku diçe kûrtir dibin."
'Projeya JINKART di xebata me ya qadê de derket holê'
Hevşaredar Bucak ku anî bîra me ku xebateke wek a li Sûr û Baxlarê ji aliyê Serokatiya Daîreya Siyasetên Jinan ve li Ben û Senê hatiye kirin, diyar kir ku li Ben û Senê bi 362 jinan re hevdîtin hatiye kirin û di wan hevdîtinan de hatiye dîtin ku qadên ku jin û zarok dikarin têde civakî bibin nînin. Hevşaredar Bucak ku anî ziman di lêkolîna qadê ya hatî kirin de jinan diyar kirine ku di mijarê gihîştinê de pirsgirêk hene, wiha domand: "Di heman demê de ji ber feqîriya aborî, beşa gihîştinê pirsgirêkeke mezin bû û mînak yek ji kevirên bingehîn ên projeya me ya JINKART ev xebata qadê ye. Ji sedî 50ê jinên ku pê re hevdîtin hatiye kirin diyar kirine ku nikarin bixwînin û binivîsin. Ji sedî 65ê wan diyar kirine ku ew alîkariya malbatê werdigirin û miqdarê wê kêm dibînin. Û helbet dema ku em li qadê rewşa aborî ya ku jin dijîn lêkolîn dikin, ne tenê li ser bingeha feqîriya hundirê malê; der barê gelek mijaran de wek derdora civakî, struktura taxê, girêdayîbûn, gelo qadên ku ciwan dikarin hobyên xwe pêş bixin hene an na, hem dane hatin berhevkirin hem jî wek encam ji me re hatin pêşkêşkirin."
Hevşaredar Bucak ku diyar kir dema lêkolînên qadê dikin, ew pirsên "Em çi dikarin bikin, di heman demê de em ê çi hilberînin" jî nîqaş dikin, got ku rêveberiyên herêmî ne modeleke wisa ye ku bi tena serê xwe dikare bêrawestiyan kar çêke. Hevşaredar Bucak ku anî ziman şaredarî li ser xala afirandina çavkaniyan û avakirina çavkaniyên xwe xwedî ezmûneke baş nînin û ev jî bi pêvajoya 8 salên qeyûm re têkildar e, wiha got: "Em wek DBB [Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê] çi dikin, em mecbûr in li ser xebatên wek beşdarbûna jinan di karkirinê de, xizmeta lênêrîna nav malê, kreşên bêpere û kêm-mesref bimeşînin. Me ev xistiye navenda xebatên xwe."
'Divê em qadên feqîriyê baş bikin'
Hevşaredar Bucak ku diyar kir dê di karkirina jinan de herêmên pîlot werin pêşîlêgirtin, diyar kir ku ev rewş ne mijarek e ku dê yekser were çareserkirin û wiha axivî: "Divê em bi hev re qadên din ên feqîriya jinan baş bikin û wan jî têxin vê pêvajoya başkirinê."
Piştî nirxandina Hevşaredarên Şaredariyên Baxlar û Sûrê, xebat û pêşniyarên rêxistinên civaka sivîl ên li dijî hejarkirina jinan hatin wergirtin.
Â