Çalakiyên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatine organîzekirin, dest pê kirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi armanca xurtkirina hevgirtina jinan û afirandina hişmendiyê, bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakiyên cur bi cur li dar dixe.
Di vê çarçoveyê de li Navenda Jiyanê ya Jinan a ku li ser Kuçeya Ahmed Arif a li Taxa Sanayiyê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ye, çalakiya Şahiya 8ê Adarê û Hevdîtina Jinan hat lidarxistin.
Di çalakiyê de jinan li baxçeyê navendê li ber erbaneyê govend girt û demên xweş derbas kirin. Paşê, ji aliyê jinên kursîyer û karmendên wezîfedar ve pêşangeha skêçê hat kirin. Pêşangeha ku bi armanca afirandina hişmendiyê hat kirin, pesendiya temaşevanan wergirt.
Di çalakiyê de jinan kaxizên ku hêviyên xwe yên der barê 8ê Adarê de li ser nivîsandine, li darê ku li ser dîwarê hatiye avakirin, zeliqandin.
Â