Hevşaredar Hatun: Divê em ji bo tesîsên sporê polîtîkayekê ava bikin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî civîna avakirina Meclîsa Sporê ya Konseya Bajêr bû û got ku divê ew ji bo zêdekirina tesîsên sporê li bajarê ku bi 2 mîlyon nifûs e, polîtîkayekê ava bikin.

Piştî tayînkirina qeyûman û piştî 8 salan, pey destpêkirina kar a Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ên ku hatine hilbijartin, Konseya Bajêr a Amedê ku dest bi çalakiyan kiriye, Meclîsa Sporê saz kir.

Meclîsê Civîna xwe ya 1emîn a Asayî li Navenda Çand û Kongreyan a Amedê pêk anî. Di civînê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Baran Yilmaz, endamên Komîsyona Sporê ya Meclîsa ŞBM, rêveberên Federasyona Klubên Sporê yên Amator, rêveberên Komeleya Antrenorên Futbolê ya Tirkiyeyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Piştî hilbijartina Lijneya Dîwanê, Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvî Tunç axaftina vekirinê kir û derbarê girîngî û cihê sporê di civakê de û xebatên Konseya Bajêr de agahî da.

Hevşaredar Hatun: Sazkirina Meclîsa Sporê îro ji bo me serbilindî ye

Hevşaredar Dogan Hatun, di civînê de axivî û got ku tevî derengmayînê, avakirina meclîsa sporê cihê serbilindiyê ye û wiha pê de çû: "Em dizanin ku Meclîsa Sporê ji bo pêşeroja bajarê me û ji bo sporê jî wê karibe wekî berê, van xebatan û vê pratîkê nîşan bide."

Hevşaredar Hatun civînên berê yên Meclîsa Sporê anî bîra beşdaran û got: "Bi dirûşma 'Encamên di sporê de ji bo aştiyê', konferansek hatibû lidarxistin. Ez dikarim bêjim ku bajarê Amedê hemû enerjî, hêz, tevger û nêzîkatiya xwe ya di warê sporê de li gorî vê diyar dike. Ev tiştekî gelek girîng e. Îro, heta alîgirên tîmên me yên futbolê yên profesyonel jî bi hişmendiya wê dirûşmê tevdigerin. Ev çi tê wateya wê? Bandora ku çar konferansên berê li ser civakê kirine, bandora ku Konseya Bajêr li ser civakê dike û çawa bersiva pêdiviyên civakê dide. Avakirina zimanekî rast, gihîştina pratîkeke rast, şiyana civakê ya gihîştina bingeheke yekpare û bandora wê li 81 bajaran jî dibînin. Ez hêvî dikim ku ev konferans jî, li ser konferansên berê zêde bike û wek amrazekî ji bo pêdiviyên civakê, belavkirina qada sporê li hemû civakê û herî zêde jî wek amrazekî ji bo aştiyê bê bikaranîn."

'Tu cihê giştî ji civakê re nehate vekirin'

Hevşaredar Hatun diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan, saziyên fermî dikarin biryarên ku Meclîsa Sporê digire, wek erkekê li pêşiya xwe bigirin û wiha got: "Qutbûyinek heye ku 8-9 sal e didome. Hemû meclîsên Konseya Bajêr hatin fesihkirin. Tu cihê giştî ji civakê re nehate vekirin. Lê divê em jî bi awayekî lezgîn û pratîk vê pirsê ji xwe bikin. Biryarên ku van meclîsan berê girtine em anîn heta îro. Ew keda berê, ew xebat roja me ya îro pêk anî."

'Li Amedê tesîsên sporê tune ne'

Hevşaredar Hatun got ku divê li bajarekî ku nifûsa wê 100 hezar kes e, zêdetirî 100 tesîsên sporê hebin, lê li Amedê ev tune ye. Hatun anî bîra beşdaran ku yên di bin banê şaredariyê de jî radestî saziyên din hatine kirin û axaftina xwe wiha domand: "Beşek ji Tesîsên Şilbeyê tenê di destê me de mabû. Mixabin walîtiyê ew jî ji destê me derxist. Û avahiyên ku karê wan ê inşaatê temam bûne, yên ku bi budceya şaredariyê hatine çêkirin jî mixabin radestî saziyên din hatine kirin. Çima ez dibêjim mixabin? Ji ber ku em nikarin bi hev re bixebitin, ez dibêjim mixabin. Na, xwedîtiya avahiyekê kî ye, di destê kê de ye, ne ewqas girîng e. Eger ji civakê re xizmet dike, ne girîng e. Radestkirina ewqas avahiyên me bo saziyeke din û nekaribûna wan saziyan van saziyan bi hev re bi awayekî rast bi rê ve bibin, li vî bajarî zilm e."

'Tesîsan ji bo bikaranîna gel vekin'

Hatun got ku li Baglarê salona girtî ya sporê ya ku 1000 kes tê de cih digire û hewza avjeniyê heye ku beşek jê bi piştgiriya Spor Toto û piraniya wê jî bi budceya Şaredariya Bajarê Mezin hatiye çêkirin û wiha axivî: "Bi alîkariya we, ez careke din bang dikim ji vir. Niha kes nikare wan bi kar bîne. Bi taybetî ji yekîneyên bingeha sporê, nûnerên herêm û parêzgeha TFF, eger nûnerên saziyên fermî li vir hebin, ez ji we daxwaz dikim. Lêgerînên me bê encam dimînin. Hûn bi walîtiyê re hevdîtinan bikin, bila ev der ji gel re were vekirin. Bila em jî bikaribin bi kar bînin. Pereyê şaredariyê hatiye dayîn. Yanî cihek ku bi pereyê gel hatiye çêkirin, niha betal e û gel nikare jê sûd werbigire, ev tê wateya ku ew veberhênan bûye gemar. Eger salek din ev der neyê bikaranîn, dê bibe gemar. Bi mîlyonan pere ji bo van salonên sporê hatin xerckirin. Bi rastî jî ji bo ku bibe gemar nehatine xerckirin. Yekîneyên bingeha sporê yên takekesî yan jî klubên dilxwaz ên ku tên ba hev jî hewcedariya wan bi van heye. Em wekî Şaredariya Bajarê Mezin hemû mesrefên wan digirin ser xwe."

'Em daxwaza rêveberiya stadyûmê dikin'

Hevşaredar Hatun derbarê Stadyûma Amedê de jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Yanî şiyanek tune ye ku çîmena qadekê jî bi rêkûpêk biçînin. Eger hûn nikarin birêve bibin, em wekî Şaredariya Bajarê Mezin daxwaz dikin. Bi kirê bidin me. Em protokola xwe îmze bikin. Hemû pirsgirêkên wir em ê wekî Şaredariya Bajarê Mezin çareser bikin. Ev barê we jî sivik dike û klubên sporê yên bajêr jî di vê mijarê de bi paşguh ve nayên avêtin. Ji ber kêmasiya çîmena wê stadyûmê em pêşbaziyê winda dikin. Ev asteng dike ku bajarê me di asteke çêtir de were temsîlkirin."

'Eleqeyeke gel a bi sporê re heye'

Hevşaredar Hatun bang li Waliyê Amedê kir û pirsî ka qadên sporê yên li Amedê ji nifûsa bajêr a 2 mîlyonî re xizmet dikin an ji zumreyeke taybet re. Hatun axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi 17 navçeyên me û navenda bajêr re, nifûsa me zêdetirî 2 mîlyonan e. Nifûsa me ya ciwan a ku digihîje sedî 62 heye. Û ji sedî 80'ê vê nifûsa ciwan jî ji bo hemû cureyên sporê eleqe, têkilî û şiyana wan heye. Û divê em polîtîkayekê ava bikin ku vê şiyanê bi çelengan xemilandî bike."

Di civînê de 24 endamên lijneya rêveber hatin hilbijartin.

 

Image Gallery