Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, qadên di bin banê şaredariyê de li cih venêrtin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, qadên cûrbecûr ên di bin banê Serokatiya Daîreya Pêşvebirina Çavkaniyan de li cih lêkolîn kirin. Di çarçoveya serdanê de, ji bo van qadan fonksiyonên wek kompleksa sporê, navenda perwerdeyê, navenda piştgiriya jinan bicihkirin hate nirxandin.
Hevşaredar Bucak û Hatun li derdora Parka Newrozê, Bazara Navçeya Baxlarê, qada parkînga vekirî li dijberî Rêveberiya Tekûzkirina Makîneyê, sê bufeyên li Bazara Vedat Dolakay û parkînga girtî ya li wir, li cih lêkolîn kirin. Li ser mijarê ku ev qad çawa dikarin ji aliyê xizmetên şaredariyê ve werin bikaranîn, guherîna nêrînan hate kirin.
Di dema lêkolînan de, Hevserokê Şaredariya Baxlarê Siraç Çelik, Alîkarên Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz, Reşat Bakan û Aziz Ozdogan, Serokê Daîreya Pêşvebirina Çavkaniyan Bahattin Akboga û Serokê Daîreya Karên Fenî Serdar Bakiroglu, bi Hevşaredaran re amade bûn.
Â