Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun çûn serdana Îtfaiyeyê û der barê xebatê de agahî girtin.
Dezgeha Agirkujiyê bi hêzkirina filoya xwe berdewam e da ku bileztir û bi bandortir bersivê bide şewatên gengaz ên li bajêr. Di vê çarçoveyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun Koma Agirkujiyê ya Kayapinarê ziyaret kirin û der barê alavên teknîkî û xebata wesayîtên ku nû kirîn de agahî girtin.
Di serdanê de Hevşaredar bi xebatkarên îtfaiyeyê re jî civiyan û ji ber keda wan a fedakar spasiya wan kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Di serdanê de Alîkarên Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz, Reşat Bakan, Azîz Ozdogan, Serokê Îtfaiyeyê Metîn Alar û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.
Â