Civîna hevkariyê ya rêveberiyên herêmî di têkoşîna afatan de

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi şaredariyên navçeyan re di têkoşîna li dijî afatan de, li ser bingeha koordinasyon û hevkariyê di navbera rêveberiyên herêmî de civînek li dar xist.

Serokatiya Karûbarên Afatê, civîneke bi navê "Rêveberiyên herêmî û afat" li dar xist. Di civînê de ku bi beşdariya şaredariyên navçeyan hat lidarxistin, der barê xebatên ku di çarçoveya Polîtîkayên Rêveberiya Afatan û Plana Stratejîk a 2025-2029an de hatine armanckirin û Plana Çalakiya Afata Tirkiyeyê (TAMP) û Plana Kêmkirina Rîska Afatên Parêzgehê (ÎRAP) ku şaredarî hevkarên çareseriyê ne de agahî hatin dayîn.

Danûstandina ramanan hat kirin

Di civînê de ku bi serokatiya Serokê Karûbarên Afatan Azat Yildiz hat lidarxistin, girîngiya Rêveberiyên Şaxa Afetan, pêkanîna xebatan ji bo vekirina rêveberiyên di şaredariyên ku hêj nehatine vekirin de, meşandina xebatên akredîtasyona lêgerîn û rizgarkirinê, revîzyona qadên kombûnê yên hatine destnîşankirin, bikaranîna guncaw a van qadan û xebatên li ser stokên avahiyan hatin nîqaşkirin.

Civîna duyemîn dê di 25ê Nîsanê de bê kirin

Di civînê de biryara berdewamkirina civînên koordinasyonê hat girtin û dîroka civîna pêşerojê wek 25ê Nîsanê hat destnîşankirin.

 

Image Gallery