Dê 10 hezar dar li refûj, peyarê, çarriyan û parkan bên çandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bajarekî hêşîn û paşerojeke baştir, dest bi çandina bi tevahî 10 hezar darên ji cûreyên cuda yên li ser 5 salan li peyarê, refûj, çarriyan û parkan kir.

Serokatiya Parkên û Baxçeyan, îsal dê bi tevahî 10 hezar darên ji cûreyên cuda yên li ser 5 salan li refûj, peyarê, çarriyan û parkên navçeyên Yenişehir, Baxlar, Kayapinar û Sûrê biçîne.

Li Caddeya Tekno dar tên çandin

Rêveberiya Şaxa Şitildank û Darçandinê ku di demsala çandina daran de bi taybetî berê xwe daye qadên nû yên îmarê, di vê çarçoveyê de dê 400 dar li Caddeya Tekno ya girêdayî navçeya Sûrê, 220 dar li Caddeya Hilar a Yenişehirê, 150 dar li Caddeya Bedri Ayseli ya Kayapinarê û 70 dar li Caddeya Azadi ya Baxlarê biçîne.

Serokatiya Parkên û Baxçeyan di demsala çandina daran de, li derveyî qadên nû yên îmarê, dê xebateke bi heman awayî li ser cadde û bulvarên din ên bajêr jî bidomîne.

Rêveberiya Şaxa Şidildank û Darçandinê, dê li derveyî peyarê, çarriyan û refûjê, li beşên ku kêmasî di wan de tên dîtin di parkên di 4 navçeyên navendî de daran biçîne.

Darên ku dihêlin av bê serifandin hatin tercîhkirin

Serokatiya Daîreya Parkên û Baxçeyan, di xebatên çandina şitil û ajaran de bi taybetî cûreyên darên ku li gorî îqlîma herêmê ne, li hember hişkatiyê berxwedêr in û pêdiviya wan a avê ne zêde ye tercîh dike.

Rêveberiya Şaxa Şitildank û Darçandinê, di heman demê de bi xebata çandina daran re, bi taybetî ji bo ku qadên nû yên îmarê xweşiktir xuya bikin, dê li qadên ku hatine destnîşankirin 25 hezar çaliyên ji cûreyên cuda bi axê re bîne cem hev.

 

Image Gallery