Serlêdana Komî ya Passolig ji Meclîsa Jinên DBByê

Meclîsa Jinên ya Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, ji bo maça Amedspor-Gençlerbirligi ku dê 4'ê Adarê de were lîstin û tribûnek wê ji bo jinan were veqetandin, bi jinên re serlêdana komî ya Passolig kir.

Meclîsa Jinên ya Şaredariya Mezin ku destpêka çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê di 21'ê Sibatê de da, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, ji bo maça Amedspor-Gençlerbirligi ku dê 4'ê Adarê de were lîstin û tribûnek wê ji bo jinan were veqetandin, bi jinan re serlêdana komî ya Passolig (sîstema bîleta elektronîk) kir.

Jinan eleqeyeke mezin nîşanî serlêdanên ku li deriyê bakur ê Stadyûma Diyarbekirê hatin lidarxistin dan.

'Em ê di maça Amedsporê de bin'

Amîne Kutlay ji Sekreteryaya Meclîsa Jinên ya Şaredariya Mezin got ku ew dixebitin ku newekheviya zayendî ji holê rakin û jinan di qada futbolê de ku mêr têde bi piranî cih digirin, zêdetir bikin xwedî dîtin. Kutlay anî ziman ku ew ê bi pankarta "Gotina me neqediya, em ê bi hev re şîdetê bisekinînin" di tribûnê de cih bigirin û got: "Em ê hem ji bo piştgiriya Amadsporê, hem jî ji bo ku bibêjin 'em ê di her qadê de hebin', di maça Amadsporê de bin."

'Di serlêdanê de dê pêşanî ji jinan re were dayîn'

Kutlay anî ziman ku hem di nav stadyûmê de hem jî di Amedstore de Passolig dikare were derxistin û got ku roja pêncşemê di Amedstore de dê pêşanî ji jinan re were dayîn ji bo serlêdana Passoligê. Kutlay got: "Em ê berdewam bikin ku bibêjin 'Gotina me neqediya, em ê bi hev re şîdetê bisekinînin'. Jin dê vê qadê jî wek her qadê bi hêz tijî bikin."

Image Gallery