Xwendekar bûn hilmek ji pêşerojê re

Xwendekarên lîseyê, di çalakiya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye lidarxistin de, li ser Bulvara Firatê li Qada Daristan a Bajar 2 şitil çandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya daxwazên ku ji welatî û saziyên cuda tên, gelek bernameyên ji bo Amedeke hêşîntir li dar dixe. Di bernameyekê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve hatiye organîzekirin, xwendekarên Beşa Têkiliyên Gel a Lîseya Teknîkî û Anadoluyê ya Meslek a Namik Kemal û xwendekarên dibistaneke taybet, li Qada Daristan a Bajar 2 ku li ser Bulvara Firatê ya li navçeya Kayapinarê ye, 135 şitilên çama Îranî û selwiya şîn çandin.

Midûriyeta Şaxa Şitilgeh û Darûberkirinê, berî çalakiyê li deverên destnîşankirî çal vekirine û qad ji bo çandina şitilan amade kiriye.

135 xwendekar beşdar bûn

Di organîzasyonê de ku 135 xwendekar beşdar bûn, ekîban di çandina şitilan de hem alîkariya xwendekaran kir hem jî derbarê lênêrîn û pêşveçûna şitilan de agahî dan.

Di çalakiya ku bi armanca pêşxistina hişmendiya jîngehê hatiye kirin de, xwendekaran digel mamosteyên xwe şitil di çalên ku berê hatine vekirin de çandin û paşê avdan.

Karên darûberkirinê dê berdewam bikin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di demên darûberkirinê de dê li cihên cuda yên bajêr ku hatine destnîşankirin, li peyarêyan, refûjan, çarriyan û parkan darên ji cureyên cuda û temenên cuda di axê daçikilîne.

Â