Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Tedbîriya Madeyên Hişber ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li dijî tiryakê hatiye avakirin, navçeya Baglarê wekî herêma pîlot destnîşan kir.
Navenda Şêwirmendî û Perwerdeyê ya Pêgirtina Madeyên Hişber ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de kar dike, ji bo xebatên li dijî tiryakê bi hevkariyê bên meşandin û xebatên xwe yên civakî bi bandortir bidomînin civîneke danasînê û plansaziyê li dar xist. Di civîna ku li navendê li Sumerparkê hat lidarxistin de navçeya Baglarê wek yek ji herêmên pîlot ên li dijî madeyên hişber hat hilbijartin.
Seroka Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serap Yildirim, Alîkarên Şaredarên Baglarê, muxtarên taxa navenda Baglarê û psîkolog û pisporên xizmeta civakî yên Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Tedbîrên Madeyên Hişber beşdarî civînê bûn.
Â